15:19 24 Îlon 2017
Zindî
    Irak Başbakanı Haydar el-İbadi

    Enbar- Hêzên Iraqê xwe amade kirin, DAIŞê êriş kir

    © REUTERS/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1421

    Tevî ku hêzên Iraqê li parêzgeha Enbarê xwe ji operasyoneke berfireh re amade dikirin jî, lê çekdarên DAIŞê beriya wan dest bi êrişê kir û kêm maye ku bajarê Rûmadî li wir kontrolbikin.

    Endamê Encumena Parêzgeha Enbarê, Faris Îbrahîm ku li dijî DAIŞê şer dikin, ragihand ku `eger di demeke nêzîd de, çek û pêdviyên leşkerî û hêz negihên parêzgeha Enbarê, wê xelkê navçeyeke berfireh li Enbarê rastî qirkirinê bên, ji ber ku çekdarên DAIŞê kêm maye ku bi temamî bajarê Rûmadiyê kontrolbikin.

    Faris Îbrahîm  got ku  `operasyona Enbarê ji aliyê hêzên Iraqê ve hîn jdestpênekirye, ji ber ku pêdviyên leşkerî hêj neketine destê me de û  ev jî sedema xirabûna rewşa hinek eniyên şer e li Enbarê ye.

    Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Encumena parêzgeha Enbarê, Îd Emaş ragihand ku navçeyên parêzgeha Enbarê ji hev hatine qutkirin, ji ber ku DAIŞê % 60 ji bajarê Rûmadî kontrolkirye.

     

    Etîketan:
    DAIŞ, Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de