09:59 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Kampê koçberên felestînî

    Hikûmeta Sûriyê wê alîkariya Kampa Yermûkê bike

    © Sputnik/ Dmitri Vinogradov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1211

    Cîgirê şandeyê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Remzî Îzedîn ragihand ku Hikûmeta Sûriyê wê alîkariyê bide jibo ku krîza li Kampa Yermûkê bê kêmkirin.

    Remzî  duh piştî hevdîtina xwe ya ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad got ku ew di wê baweriyê de ye ku Hikûmeta Sûriyê wê alîkariya nêzîkî 18 hezar kesên ku li Kampa Yermûkê asê mane, bike.

    Îzedîn diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî wê ligel Hikûmeta Sûriyê kar bike ji bo selametiya filestînî û sûriyên li Kampa Yermûkê ya ku DAIŞê hewl dide kontrol bike, bê parastin.

    Cîgirê şandeyê Neteweyên Yekbûyî jibo Sûriyê herwiha got ku ew dixwazin xelkê kampa Yermûkê piştrast bin ku berjewendiya wan ji karên destpêkê yên Neteweyên Yekbûyî ye û ewê her tiştî bikin ji bo ku selametiya wan were parastin.


    Etîketan:
    DAIŞ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de