06:42 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Îraq dixwaze çekan ji Amerîkayê bikire

    Iraq dixwaze çekan ji Amerîkayê bikire

    © AP Photo/ Khalid Mohammed
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1011

    Hikûmeta Iraqê dê bi milyaran dolar çekên amerîkî yên pêşketî bixwaze ji bo rûbirûbûna çekdarên DAIŞê.

    Berprisekî Amerîka dibêje, Washington pêgire ku çekên pêwîst pêşkêşî hêzên Iraqê û Hêzên Pêşmerge bike.

    Ajansa Reutersê li ser zarê berpirsekî iraqî belav kiriye ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dê di serdana xwe ya Washingtonê de wan çekan ji Serokê Amerîka Barack Obama bixwaze.

     Wî berpirsê iraqî ku nav nehatiye aşkerekirin, bal kişan ku eger Iraq alîkariyên ku ji Amerîka dixwaze wernegire ewê berê xwe bide Îranê, lê di heman demê de got, Ebadî pêgirê hevkariya ligel Amerîka ye.

     Li gor wî berpirsê iraqî, Ebadî dê di civîna xwe ya roja sêşemê ligel Obama de daxwaza çekên pêşketî yên wek balafirên bê pîlot, helîkopter ji cureya apaçî, cebilxane û çekên din bike.


    Etîketan:
    Heyder Ebadî, Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de