18:17 29 Gulan 2017
Zindî
    Artêşa Îraqê

    Heşdul Şeibî: 60 hezar çekdarên me amade ne

    © AFP 2017/ HAIDAR HAMDANI
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1111

    Berdevkê Heşdul Şeibî û yek ji serkirdayên tevgera şîî Bedr, Kerîm Nûrî ragihand ku `biryara vê dawiyê ya Encumena Wezîran a Iraqê ya derbarê girêdana hêzên me bi hêzên Iraqê ve, şeriyeteke temam da me jibo em bibin beşek ji sîstema ewlekariya niştimanî.`

    Bi gotina Nûrî, `Heşdul Şeibî bûye hêzeke aktîv û bi bandor di bergirîkirina  hemû parêzgehên Iraqê de`.

    Her weha, Kerîm Nûrî got ku `jibo kontrolkirina her navçeyekê, wê pêwîstî bi hemahengî û beşdarîkirina Heşdul Şeibî hebe.`

    Lê Nûrî di heman demê de got ku `çekdarên me wê li benda biryara fermandarên leşkerî bin jibo tevlî şerê niha li Enbarê yan jî şerê çaverêkirî yê Mûsilê bibin.`

    Berdevkekî çekdarên Heşdul Şeibî eşkere kir ku hejmara çekdarên Heşidul Şeibî digihêje 120 hezar xwebexiş û yên ku tevlî şer bûne hejmara wan zêdetirî 60 hezar çekdarên perwerdekirî ne.

     

     

     

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de