16:55 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî Mûn

    Ban Kî-moon: Çareserî bi tenê siyasî ye

    © AP Photo/ Mohammad Hannon
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1701

    Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Ban Kî-moon daxwaz ji şandayê navdewletî ji bo Sûriyê, Staffan De Mistura kir ku zêdetir li ser destpêkirina proseya siyasî bixebite.

    Ban Kî-moon ji rojnamevanan re got ku `min ji De Mistura xwestiye ku niha zêdetir ji bo destpêkirina proseya siyasî kar bike.`

    Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî wiha domand: `krîza ku ev 5 sal in li Sûriyê berdewam dike bi rêya leşkerî  nayê çareserkirin û bi nêrîna wî, çareserî bi tenê siyasî ye.`

    Ban Kî-moon ji civaka navdewletî jî xwest ku, jibo çareserkirina krîza Sûriyê, bi berpirsyariya siyasî û exlaqî rabin. Her weha, Ban Kî Moon got ku ` ev demeke dirêje êdî mirov nikare bi gotinan pesina êş û azara li Sûriyê bide.`

    Staffan De Mistura ji Cotmeha sala borî de kar dike ji bo  şer li bajarê

    Helebê raweste, lê ev yek heta niha pêk nehatiye.

    Tê çaverêkirin De Mistura di vê mehê de raportekê derbarê hewlên xwe ji bo çareserkirina krîza Sûriyê pêşkêşî Encumena Ewlekariyê bike.

    Etîketan:
    Ban Kî Mûn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de