16:26 21 Çile 2017
Zindî
    Çekdarên  Şiî

    Milîsên şîe êrişî Felluceyê dikin

    © REUTERS/ Ahmed Al-Hussaini
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1210

    Fermandarê hêza Heşdul Şeibî, Eqîd Cuma Feze Cumeylî ji Enbarê ragihand ku `hêzên hevbeş ên Iraqê û hêza Heşdul Şeibî Felluce bi temamî dorpêj kirne û plane di çend seatên bê de wê êrişî wê dikin.`

    Eqîd Cuma Feze Cumeylî wiha got: `sedema derengketina operasyona ser Germeyê, bombeyên çandî bû.`

    Endamê Encumena Parêzgeha Enbarê Ezal Fehdawî ji aliyê xwe ve ragihand ku `% 80 ji Germeyê ji destê DAIŞê hatiye drxistin. Herwiha hêzên Iraqê ji duh ve dest bi operasyona parêzgeha Enbarê kirine.`

    Li aliyê din, şêxekî eşîrên Enbarê bi navê Mizhir Mela Xidir ragihand ku bi sedan malbatên navçeya Elbûferav ji ber êrişa DAIŞê reviyane bajarê Rûmadî.

    Şêx Mizhir diyar kir ku niha beşekî navçeya Elbûferac di destê çekdarên DAIŞê de ye û şer û pevçûn li wir di navbera DAIŞê û hêzên Iraqê de berdewam dike.

    Fermandarekî hêza Zêrîn a Artêşa Iraqê li parêzgeha Enbarê ji aliyê xwe ve got ku hêzên wan êrişeke DAIŞê li navenda bajarê Tikrît têkbirin.

    Etîketan:
    DAIŞ, Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de