14:48 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Elî Xamneyî

    Xaminêyî: Ez ne li dij û ne jî bi rêkeftinê re me

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1611

    Rêberê şoreşa îslamî ya Îranê Elî Xaminêyî li ser rêkeftina etomî ya Îran û koma 5+1 got ku `ez ne li dijî wê me û ne jî pê re me`.

    Îran û welatên endamên dayimî yên Encumena Asayişa Navdewletî (Amerîka, Rûsya, Çîn, Fransa, Brîtanya) û Almanya ku wek koma 5+1

    tê naskirin, piştî civîn û hevdîtinên dûrdirêj, şeva 2ê Nîsana îsal li bajarê Lozanê yê Swîsrayê li ser çawaniya çareserkirina kirîza etomî ya Tehranê rêkeftin kirin. 

    Rêberê Îranê Elî Xaminêyî piştî 7 rojan bêdengiya xwe li hember wê rêkeftinê şikand û ragihand ku ew ne li dijî wê rêkeftinê ye, lê  ne  pê re ye jî,  çimkî, wek Xamêneyî dibêje,  `hîn tiştekî wisa nehatiye kirin ku ez helwesta xwe li ser eşkere bikim`.

    Elî Xaminêyî bêbaweriya xwe li hember Amerîka û endamên din ên tîma muzakereyê ya rojava jî anî ziman û got ku helbet heta niha tiştek nehatiye kirin û hûrgilî hîn mane, ji ber wê jî îhtimal heye aliyê din bixwaze di hûrgiliyan de Îranê dorpêç bike. 

    Rêberê Îranê piştgiriya xwe li hember tîma Îranê di muzakereyên etomî de jî anî ziman û ragihand, lê got ku pêwîst nake pîrozbahî were kirin.

    Îranê û koma 5+1 li ser wê yekê li hev kirine ku heta dawiya Tîrmeha îsal rêkeftin bi awayekî fermî were îmzekirin.

    Li gorî wê rêkeftinê, Îran wê meyandina uraniyoma xwe bide sekinandin û rojava jî dê dorpêçên aborî li ser Îranê rabike.

    Etîketan:
    Elî Xamneyî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de