11:27 23 Çile 2017
Zindî
    NY Proja biryara derbarê xistina du kesayetên Yemenê di lîsta reş de amade dike

    Encumena Ewlekariyê navên Yemenê dixe lîsteya reş

    © AFP 2016/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1701

    Tê pêşbînîkirin ku Encumena Navdewletî ya Ewlekariyê (ENE) deng li ser projebiryarekê bide jibo navên serkirdeyê Hûsiyan, Ebdilmelik Hûsî û kurê serokê berê yê Yemenê, Ehmed Elî Ebdilla Salih di lîsta reş keve.

    Ew projebiryar ji aliyê welatên Kendavê û Urdunê ve hatiye pêşkêşkirin û dibe ku her 15 endamên Encumena Ewelkariyê îro yan jî sibê deng li ser bidin.
    Rûsya dijî vê projê ye û ne diyare, gelo wê mafê vîto bikarbîne an na.
    Her weha,  di vê projebiryarê de tê daxwazkirin ku şandina çekan jibo Hûsiyan û hêzên Ehmed Salih bê qedexekirin, hisabên van kesan di bankan de jî bên blokirin û geşta wan bo derve jî were qedexekirin.
    Welatên Kendavê û Urdun di projebiryara xwe de daxwaz ji Hûsiyan dikin ku şer rawestînin û ji navçeyên ku dest danîne ser wan vekişin, herwiha razî bibin jibo nakokî bi rêya danûstandinê  bên çareserkirin.

    Etîketan:
    Ehmed Salih, Rûsya, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de