14:48 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Avahiya CIA

    Pakîstan li hember CIA doz vedike

    © REUTERS/ Larry Downing
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2501

    Dadgeha Bilind a Pakîstanê bîryar girt ku divê serokê berê yê şaxa CIA li Îslamabadê ji ber kuştina morovan û ji ber fîtandina şerê li hember Pakîstanê divê bê darizandin.

    Dadgeha Bilind a Pakîstanê li hember du karmendên payebilind ên CIA`yê bi sucdariya kuştina mirovan doz vekir.  Berpirsê berê yê beşa CYA a li Îslamabadê her wisa parêzerê ku îzna bombardimaba firokeya bêpîlot daye, dikarin derkevin pêşberî dadgehê.  Di sala 2009-ê de lı PAkistanş de encamê êrîşeki firokeya bêpîlot de herî kêm sê welatiyên sîvîl mmiribû.

    Generalê malnîşîn ê artêşa Pakîstanê Telet Mesûd,  ku di encamê wê êrîşê de mirovên xwe wida kiriye, helwêsta xwe û helwêsta welatiyên Pakîstanê li hember forokeyên bêpîlot ên Amerîkî yên li welatê wan weha tîne ziman:

    “Êrîşên han morala welatiyên Pakîstanê xera kir, derbe li sewreriya Pakîstanê da û li ber tevaya cîhanê ew biçûk xist. Serweriya me her tim tê binpêkirin û em nikarin tiştekî bikin. Û balkêş e serweriya me ji aliya wê dewletê ve tê  binpêkirin, ku  me, bi hevpeymaniya wê li hember terorê şer dikir. Pakîstan ketiye rewşekî dijwar de”.

    Hêjayê bibîrxistinê ye ku di maweya deh salan de li Pakîstanê di encamê êrîşên firokeyên bêpîlot de zêdetirî ji du hezar kes hatine kuştin. Li gorî daneyên Buroya Lêpirsîna Rojnamevanî (The Bureau of Investigative Journalism), tenê 300 kes ji wan wekî terorîst hatine pênasekirin.

    Çapemeniya Rûsyayê beriya çend salan li gel welatiyên Pakîstan û dewletên din, ên ku ji êrîşên firokeyên bêpîlot ên Amerîkî zirar kişandine, hevpeyvîn kiribû.    Ew tekez dikin, ku zarên wan her tim ji êrîşên firokeyên bêpîlot ên artêşa û îstîxbarata DYA ditirsiyan.

    Welatiyekî sîvîl weha diaxive:

    “Her car, dema ku keça min a sêsalî dengê balafirê dibihîze, yekser direve diçe malê û bi şev jî êdî nikare razê. Psîkolojiya zarên me ji ber frokeyên bêpîlot  tûşî travmayê hatiye”.

    Şahidekî din ê êrîşê firokeya bêpîlot jî bîranînên xwe weha tîne ziman:

    “Ji her derê bîhna mirinê dihat. Hin term ewqas şewitîbû ku nedihatin naskirin. Hin term jî parçe parşe bûbûn”. 

    Etîketan:
    DYA, CIA, Pakîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de