00:55 20 Hezîran 2018
Sertaç Bucak - Emin Kardaş - Mustafa Ozçelik - Mesut Tek - ‘Tifaqa hilbijartinê ya Kurdistanê’

Partiyên Kurdistanî: Em ê dengên xwe bidin Demirtaşê ku di rewşeke mexdûr de ye

© Sputnik / Sertaç Kayar
Polîtîka
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (173)
0 60

‘Tifaqa hilbijartinê ya Kurdistanê’ ku ji Hereketa Azadî, PAK û PSK û PDKê pêk tê, bi daxuyaniyekê ragihand ku di hilbijartinên 24ê Hezîranê de ew ê dengên xwe bidin namzedê HDPê yê serokomariyê Selahattin Demirtaş.

Li gorî daxuyaniya ku kopyayek ji bo Spûtnîk Kurdistanê re jî hatiye şandin çar partiyên Kurdistanî wek; Hereketa Azadî, Partiya Azadiya Kurdistan (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK) pêk tê, bi daxuyaniyekê ragihandin ku di hilbijartinên 24ê Hezîranê de ew ê dengên xwe bidin namzedê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Serokomariyê Selahattin Demirtaş.

‘DI HILBIJARTINÊN 24Ê HEZÎRANÊ DE EM DENGÊN XWE BI HIŞMENDÎ Û HESASÎYETEKE NETEWÎ-DEMOKRATÎK BI KAR BÎNIN'

Partiyên Kurdistanî di daxuyaniya xwe de rexneyê li AKPê û Serokomarê Tirkiyê digire û diyar dike ku ti ferq û cudahî di navbera partî û endamên ku dibêjin "Yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al" tine ye î bi hişmendiyel netewî-Demokratîk dengê xwe bi kar bînin:

Roja 24ê hezîrana 2018an bi milyonan kes ji bo ku serokkomar û endamên parlamentoyê diyar bikin ewê herin ser sindoqan. Di tûra (Gera) yekemîn de divê em dengên xwe nedin namzetên serokkomariyê yên Tifaqa Cumhûr û Tifaqa Milet ê.

'EM BANG LI GELÊ XWE DIKIN KU DENGÊ XWE NEDIN ERDOGANÊ KU SIYASETA RESMÎ YA ÎNKAR Û ASÎMÎLASYONÊ DIMEŞÎNE'

Ji ber wê jî, em bang li gelê xwe dikin û dibêjin dengên xwe nedin wî Erdoganê ku siyaseta resmî ya înkar û asîmîlasyonê dimeşîne.

Loma jî divê gelê me di tûra yekemîn de dengên xwe nedin Muharrem Înce, Temel Karamollaoglu û bi taybetî jî nedin Meral Akşener û Dogu Perinçek.

Ev helwesta, di tûra duyemîn ya hilbijartinên serokkomariyê da ewê destê kurdan xurtir bike, ewê bingehê wê yekê çêbike ku Kurd bikaribin bibin aktorekî esasî.

‘DI HILBIJARTINÊN SEROKKOMARIYÊ DA EM Ê DENGÊN XWE BIDIN DEMIRTAŞÊ KU DI REWŞEKE MEXDÛR DE YE'

Selahattin Demirtaş, di deklarasyona xwe ya hilbijartinê da cîh nedaye dîtinên Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinan yên di derbarê çareserkirina meselaya Kurd û Kurdistanê. Cîh nedaye maf û azadiyên miletê kurd yên netewî û demokratîk. Ev yek ji bo me û ji bo pêkanîna daxwazên gelê me weke kêmasiyeke mezin derdikive pêş.

Partiyan di daxuyaniya xwe de bal kişandiye ser neyeksaniya kampanyayê û mexdûrkirina Demirtaş û diyar dikin ku ew di hilbijartinên serokomariyê de dengê xwe bidin namzedê HDPê Demirtaş:

Di nava namzedên serokkomariyê da Selahattin Demirtaş li nasnama xwe ya kurdîtiyê xwedî derdikve. Em vê jî digirin ber çavan. Ji ber van sedeman, li gel hemû şaşî û kêmasiyên heyî jî di hilbijartinên serokkomariyê de em ê dengên xwe bidin Demirtaş ê hatiye mexdûr kirin.

DI HILBIJARTINÊN PARLAMENTOYÊ DA ENDAM Û ALÎGIRÊN ME AZAD IN'

Em di wê bawerîyê de ne ku, di hilbijartinên Parlamentoyê yên 24ê Hezîranê da, endam û alîgirên me ewê bi hesasîyetên netewî û bi hişmendiyeke Kurd û Kurdistanî dengên xwe bidin. Bi van bîr û bawerîyan di hilbijartinên parlamenteriyê da em endam û alîgirên xwe di dengdanê de azad dihêlin.

‘EGER HILBIJARTINA SEROKKOMARIYÊ BIMÎNE TÛRA DUYEMÎN, EM Ê BERJEWENDIYÊN GELÊ KURD BIDIN BER ÇAVAN'

Eger hilbijartina serokkomariyê bimîne tûra duyemîn, emê berjewendiyên gelê kurd yên netewî- demokratîk û pêwîstîyên ji bo pêkanîna azadî,demokrasiyê û edaletê bidin ber çavan; û li gorî sozên ku em ji namzedan bigirin emê hereket bikin. Emê hewil bidin ku li gorî vê perspektîfê bi dor û bereke fireh re biryareke hevbeş bidin.

Li gel rêzên xwe, em dixawzin van bîr û bawerîyên xwe bigihînin raya giştî.

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (173)

Bi heman mijarî:

Partiyên Kurdistanî bersiva PKKê dan
‘Mustafa Karasu nehişt tifaqa HDP û Partiyên Kurdistanî çêbibe'
Demirtaş derbarê hewildana tifaqa HDPê û partiyên Kurdistanî daxuyanî da
Partiyên Kurdistanî helwesta xwe ya ji bo deklerasyona HDPê diyar kirin
Serdozgeriya Amadê di derbarê partiyên Kurdistanî de lêpirsîn da destpêkirin
Partiyên Kurdistanî: Tifaqa hilbijartinê ji ber helwesta HDPê têk çû
Etîketan:
Tifaqa hilbijartinê ya Kurdistanê, Hilbijartin, Partiyên Kurdistanî, AZADÎ, PDK-T, PSK, PAK, HDP, Tirkiye, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de