22:27 18 Hezîran 2018
Muharrem Ince / Amed

Di mitînga Ince de wêneyên Demirtaş û dirûşmeya ‘Ji selo re azadî'

© Sputnik / Sertaç Kayar
Polîtîka
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 40

CHPê bi namzetê xwe yê Serokomariyê Muharrem Ince li Amedê 9 sal şunde mitîngek li darxist. Hilbijêrên HDPê û Partiya İYİ jî beşdarî mitîngê bun. Li qadê wêneyên Demritaş hat hilgirtin û diruşmeya "Ji Selo re azadî" hat berzkirin.

Namzedê Partiya Komariya Gel (CHP) yê Serokomariyê Muharrem Ince di çarçoveya mîtîngên hilbijartina 24ê Hezîranê de li Amedê li Qada Îstasyonê mîtîngek li dar xist.

CHPê li Amedê piştî 9 sal şun de mitîngek li dar xist. Ya herî hat meraq kirin ew bu ku dê çiqas kes beşdar bibin. Dema seata mitîngê hat qad hemu hat dagirtin û bi hezaran kes di mitîngê de cih girt.

Her wiha mitînga Ince ya Erdogan li paş xwe hişt. Li qadê zêdetir hilbijrên HDPê balkişand û dema axaftina Ince diruşmeya "Ji Selo re azadî" hat berzkirin. Dîsa li qadê wêneyên Selahattin Demirtaş hatin hildan.

Di mitînga Ince ya li Amedê wêneyên Demirtaş hatin hildan û diruşmeya ‘Ji selo re azadî’ hat berzkirin.
© Sputnik / Sertaç Kayar
Di mitînga Ince ya li Amedê wêneyên Demirtaş hatin hildan û diruşmeya ‘Ji selo re azadî’ hat berzkirin.

Her wiha hilbijêrên Partİya IYIyê jî beşdarî mitîngê bûn û xwe bi sembola ulkuciyan nîşan dan.

Bi heman mijarî:

Ince li Amedê axivî: Em dê pirsa kurdî li parlementoyê çareser bikin
Başak Demirtaş bo serdana Ince: Deriyê me ji hemû namzedan re vekiriye
Ince: Li Enqereyê qesr, li Stenbolê 5 avahî hene, niha jî li Marmarîsê havîngehekê çêdike
Muharrem Ince piştî mitînga Amedê wê serdana Demirtaş bike
Etîketan:
Gilbijartin, Mîting, Muharrem Ince, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de