03:00 18 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

Demirtaş derbarê Erdogan de doz vekir

© REUTERS / Osman Orsal
Polîtîka
Lînkê kurt
0 50

Parêzerên namzedê Serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş derbarê gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de ku derheqê Demirtaşî de li Semsûrê gotibû "xwîna 53 mirovan li destê wî ye" serî li dozgeriyê dan.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li mîtînga xwe ya li Semsûrê ji bo namzedê HDPê yê Demirtaş gotibû "xwîna 53 mirovan bi destê wî ve ye" Li ser vê yekê parêzerên parlementerê Stenbolê û namzedê Serokomariyê yê Partiya Demikratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ketin nava tevgerê.

‘NAMZEDÊ AKPÊ PROPOGANDAYA REŞ DIMEŞÎNE Û BI VÊ YEKÊ DIXWAZE PEYAMEKE BIDE DADGERIYÊ'

Parêzerên Demirtaş bi daxuyaniyekê ragihandin ku derbarê Erdogan de serî li dozgeriyê dane. Parêzaran amaje bi wê yekê kir ku bûyerên ku di nava gel de weke ‘6-8ê Cotmehê' têne zanîn di serî de Serokê Giştî yê AKPê Erdogan û siyasetmedarên din ên AKPyî îstismar dikin, ‘Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan li Semsûrê gotibû ‘xwîna 53 mirovan bi destê Demirtaş ve ye' Namzedê AKPê beriya hilbijartinê propogandaya reş dimeşîne û bi vê yekê dixwaze peyameke bide dadgeriyê û serêldana birêz Demirtaş asteng bike."

‘EM TÊKOŞÎNA HIQÛQÎ DIDIN DESTÊPKIRIN'

Parêzeran destnîşan kir ku di îdianameya doza ku Demirtaş tê darizandin û ji ber wê girtî ye, di vî warî de ti îdia û tawanbarî tine ne, "Ev tawanbariyên pêneketî bi tevahî li derveyî rastiyê ne. Yanî muwekîlê me ne ji ber azimetkirina kuştina kes an jî kesan tê darizandin, derbarê wî de ti tawanbariyeke wiha tine ye."

Parêzerên Demirtaş herwiha di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin "Em derbarê Recvep Tayyip Erdoganê ku mudaxeleyî pêvajoya hiqûqî dike, qarîneya mesûmieyetê binpê dike, dozên qerebûkirinê jî tê de me serêldanên xwe yên hiqûqî kirin."

Bi heman mijarî:

Trump îşev li Koşka Spî fitarê dide
Kardashian: Ez her dem tazî bûm, xelata modeyê dan min
DYA: Hezar kêmasiyên projeya F-35an hatin tesbîtkirin
Demirtaş li ser mîtinga xwe daxuyanî da: Ji Edirneyê heta Amedê...
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê: Herî dawî em dê biçin Qendîlê
Etîketan:
Doz, hiqûq, Selahattin demirtaş, Recep Tayyip Edogan, tirkiye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de