13:29 23 Hezîran 2018
HDP - Riha - Mudaxele

Polîsan mudaxaleyî çalakîya HDPê ya hilbijartinê kir: 2 kes hatin desteserkirin

© Foto : Navenda Giştî ya HDPê
Polîtîka
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 02

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê polisan bi bombeyên gazê mudaxaleyî çalakîya hilbijartinê ya ku Hevserokê Giştî yê HDPê Sezai Temelli beşdar bibu kir. Di mudaxaleyê de 2 kes hatin desteserkirin û namzetên HDPê yên parlamenteriyê jî hatin hicinandin.

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê polîsan mudaxaleyî çalakîya hilbijartinê ya ku Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli beşdar bibû kir. Konvoya Temelli di ketina navçeyê de bi maşîneyên zirxî ji aliyê polisan ve hat şopandin. Di rê de wesayîtên di konvoyê de hatin rawestandin û lêgerîn hat kirin. Yên ku li ser rê silav dan konvoyê ji aliyê polîsan ve bi kamerayan hatin qeyd kirin. Dema konvoy gihîşt navçeyê polîsan destûr nedan ku çalakî pêk were.

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê polisan bi bombeyên gazê mudaxaleyî çalakîya hilbijartinê ya ku Hevserokê Giştî yê HDPê Sezai Temelli beşdar bibu kir. Di encama mudaxaleyê de 2 kes hatin desteserkirin û namzetên HDPê yên parlamenteriyê jî hatin hicinandin.

Li Serêkaniyê polisan bi bombeyên gazê mudaxaleyî çalakîya hilbijartinê ya HDPê kir. Di encama mudaxaleyê de 2 kes hatin desteserkirin û namzetên HDPê yên parlamenteriyê jî hatin hicinandin.
© Foto : Navenda Giştî ya HDPê
Li Serêkaniyê polisan bi bombeyên gazê mudaxaleyî çalakîya hilbijartinê ya HDPê kir. Di encama mudaxaleyê de 2 kes hatin desteserkirin û namzetên HDPê yên parlamenteriyê jî hatin hicinandin.

Hate ragihandin ku nûnerên HDPê ji walitî û qeymekam destûr girtibûn lê polisan destûr neda ye. Di hevdîtina bi walî û qeymekam de gotin ku ‘Haya me ji astengiyê tune ye. Polisan înîsîyatîf girtîye.'

POLISAN MUDAXALE KIR: 2 KES HATIN DESTESERKIRIN

Piştî hevdîtinan ji bo 15 xulekandestûr hat dayîn. Polîsan her çar aliyê qadê girtin û koma HDPê dorpêçkirin. Piştî axaftina Temelli bê hişyarî polîsan bi bombeyên gazê mudaxaleyî HDPyiyan kir û 2 kes desteser kirin. Dema mudaxaleyê namzetên HDPê yên parlamenteriyê jî hatin hicinandin.

Bi heman mijarî:

Ciwanên ku li dîwaran ‘ketil' nîgar kirin û ‘hêvî' û ‘HDP' nivîsandin, hatin girtin
HDP, bo axaftina TRTê ya Demirtaş serî li YSKyê da
‘Mustafa Karasu nehişt tifaqa HDP û Partiyên Kurdistanî çêbibe'
Li gorî şîrketa ku bê xeletî encamên hilbijartinê texmîn kir, HDP bendê derbas nake
YSKê HDP û Partiya Saadetê hişyar kirin
Onder: HDP wê ji sedî 14ê dengan bistîne
Etîketan:
Mudaxele, Hilbijartin, Spûtnik, Riha, Serêkaniyê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de