09:46 23 Hezîran 2018
Çekdar

Milîtanan ji heman malbatê 12 kes kuştin

© AP Photo / Bilal Hussein
Polîtîka
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku rêxistina terorîst a DAIŞê li bajarê Selahadîn ê Iraqê ji heman malbatê 12 kes kuştin.

Li gor nûçeyên ajansên Kurdistanê ku dispêrên çavkaniyên ewlehî, milîtanên terorîst ê DAIŞê li gundê Ferhatiye yê bajarokê Zeluiyeya bajarê Selahadînê ji heman malbatê 12 kes înfaz kirin.

Di berdewamiya nûçeyê de hat ragihandin ku piştî bûyera kuştin a DAIŞê hêzên ewlehî întîqalî herêmê kirine û cesedê kesên ku canê xwe ji dest dane rakirine morga tiba edlî.

Hêjayî gotinê ye rêxistina terorîst di demên dawî de piranî li herêma Enbar û Kerkûkê çalekiyan li dar dixe û gelek caran êrişî hêzên ewlehî dike.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di axaftina xwe ya 9ê Berfenbara 2017an de serkeftin li hemberî DAIŞê ragihandibû û şerê li dijî rêxistinê bi dawî kiribû.

Bi heman mijarî:

Efrîniyan berê xwe da navenda Artêşa Tirkiyeyê: Bila çekdar derkevin
Lavrov: Hêzên çekdar yên biyanî, divê derhal ji Başûrê Sûriyeyê derkevin
Pûtîn: Divê hêzên çekdar ên biyanî ji Sûriyeyê bên derxistin
'Artêşa Sûriyeyê û komên çekdar ji bo tehliyekirina milîtanan li hev kir'
Şerê navbera rêxistinên çekdar dijwar dibe: Fermandarê giştî hat kuştin
Çekdar li Kerkûkê bi ser malên kurdan de digrin û wan dişelihînin
Etîketan:
Hêzên artêşa Iraqê, DAIŞ, Enbar, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de