09:46 23 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

‘TRT diçe Edîrneyê: Demirtaş dê ji girtîgehê bang li hilbijêrên xwe bike'

© Foto : HDP
Polîtîka
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (183)
0 11

Lijneya Hilbijartinan a Bilind (YSK) ji bo ku Demirtaş mafê xwe yê propagandayê li TRTê bi kar bîne destûr da ku ji Girtîgeha Edirneyê bi awayekî bi deng û dîmen bang li hilbijêrên xwe bike. Hat diyarkirin ku ji bo tomarkirina dîmenan TRT dê biçe Edîrneyê.

Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê ku li Tirkiyê weşanê dike, YSKê hûrgiliyên propagandayê hilbijartinên serokomariyê diyar kirin. Li gorî wê yekê namzedên serokomariyê Selahattin Demirtaş, Recep Tayyip Erdogan, Muharrem Ince, Temel Karamollaoglu, Dogu Perinçek û Meral Akşener dê li ser ekranên TRTê propagandaya xwe bikin. Hemû namzed ji bo tûra yekemîn dikarin 10 xulekî weşana propagandayê bikin.

TIRYAKI: MEYLA YSKÊ LI SER WÊ YEKÊ KU TÎMA TRTê BIŞÎNE GIRTÎGEHÊ Û LI WIR DÎMENÊN PROPAGANDAYÊ TOMAR BIKE

Nûnerê HDPê yê li YSKê Mehmet Ruştu Tiryaki bilêv kir ku meyla YSKê li ser wê yekê ku tîma TRTê bişîne Girtîgehê û li wir dîmenên propagandayê tomar bike. Em dê serlêdana xwe bikin. Ji aliyê din ve nûnerê AKPê yê li YSKê Recep Ozel jî derbarê mijarê de ev tişt gotin, "Dê bi Wezareta Dadweriyê re hevdîtinek bê kirin. Demirtaş dikare bo studyoya TRTê were veguhestin. Eger li Girtîgehê mercên tomarkirinê bêne pêkanîn, dîmenên propagandayê dikare li wir jî were tomarkirin."

Li gorî biryarên YSKê eger di dîmenan de nîşaneyên ‘sûc' hebin TRTê dikare cih nede dîmenan û wan neweşîne.

Hêjayî gotinê ye ku namzedên serokomariyê yên ku dixwazin li TRTê propagandayê bikin pêwist heta 6ê Hezîranê roja Çarşemê serî li YSKê bidin. Ji bo nazmedên ku bimînin tûra dueym jî dema serlêdanê 1ê Tîrmehê roja Yekşemê ye.

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (183)

Bi heman mijarî:

Bilgen: Dema Demirtaş bibe namzet, gelo wê TRT biçe Edîrneyê yan dê wî bînine TRTê?
Di TRTê de Erdogan 105 deqîqe, Demirtaş 3 saniye cih girt
Demirtaş: Ez ê lêborînê ji TRTê bixwazim
Etîketan:
Hilbijartin, TRT, Selahattin Demirtaş, Edîrne, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de