04:30 22 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

Demirtaş: Ger cenabê te vê peyamê herî kêm ji 100 kesî re bişîne dê pir baş be

© Foto : HDP
Polîtîka
Lînkê kurt
0 20

Namzedê serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş ji girtîgehê nameyek şand û tê de daxwazeke îronîk kir, "Hûn dizanin li girtîgehê bi rêya ketilê tweetan dinivîsim lê li ketilê WhatsApp naxebite. Ji ber vê yekê ez peyama xwe bi destxeta xwe dişînim"

Namzedê serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş yê ku li Girtîgeha Edîrneyê bangeşeya xwe ya hilbijartinê bi rêya Twitterê bi rê ve dibe, vê carê bi rêya parêzerên xwe nameyek belav kir û daxwazek kir.

Demirtaş di nameya xwe ya ku bi destxeta xwe nivîsiye, bal kişande ser ‘dorpêça medyayê' û got, "Ez rica dikim ku her yek ji we bi awayekî aktîf tev li xebatên hilbijartinê bibe."

Demirtaş bi gotina "merheba hevalê min ê hêja!" dest bi nameye dike û wiha pê de diçe, "Hûn dizanin li girtîgehê bi rêya ketilê tweetan dinivîsim lê li ketilê WhatsApp naxebite. Ji ber vê yekê min peyama xwe bi destxeta xwe nivîsand."

Demirtaş herwiha di wê nameya xwe de daxwaz dike ku ev peyam herî kêm bo 100 kesî were şandin, "Ger tu vê peyamê herî kêm bişînî ji 100 kesî re dê pir baş be. Cenabê te jî dizane ku ketila min naxebite."

Tevahiya nameya Demirtaşî wiha ye:

Demirtaş bi destxeta xwe nameyek nivîsand û tê de banga piştgiriya bangeşeya xwe kir.
© Foto : Twitter
Demirtaş bi destxeta xwe nameyek nivîsand û tê de banga piştgiriya bangeşeya xwe kir.

Bi heman mijarî:

Di TRTê de Erdogan 105 deqîqe, Demirtaş 3 saniye cih girt
Demirtaş: Yekîtiya kurdan divê ji xeynî hilbijartinan jî pêk were
Demirtaş peyam ji FOX TVyê re şand: Hûn çima gotinên min nadin?
Daxwaza ji bo Demirtaş beşdarî televîzyonê bibe, hat redkirin
Demirtaş ji bo gotina 'Obamayê kurd' got: Baş e ku ne Trumpê kurd im
Demirtaş derbarê hewildana tifaqa HDPê û partiyên Kurdistanî daxuyanî da
Demirtaş: Xweda Bahçeli efû bike, hindik ma ew û Erdogan şer bikin
Etîketan:
Bangşe, Bangeşe, Name, Hilbijartin, HDPê, HDP, Selahattin Demirtaş, Edîrne, Stenbol, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de