20:29 20 Hezîran 2018
Hevserokê HDPê Selahettin Demirtaş

68an bo Demirtaşî piştgiriya xwe ragihand

© Sputnik / Cesim İlhan
Polîtîka
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (177)
0 20

Komeleya 68an bi 282 îmzeyan û danezanekê eşkere kir ku ew di hilbijartinan de dê piştgiriyê bidin namzedê Serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş.

Komeleya 68an bi 282 îmzeyan û danezaneke eşkere kir ku di hilbijartinên 24ê Hezîranê de dê piştgiriyê bidin namzedê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Serokomariyê Selahattin Demirtaş.

Sekreterê Giştî yê Federasyona Şoreşgerên Ciwan (DEV-GENC) Ruhi Koç ligel 282 îmzeyên 68an bo Demirtaş peyamek nivîsî. Koç tevî peyameke piştgiriyê ew îmze ji bo Demirtaşê li Girtîgeha Edîrneyê şandin.

Di peyamê piştgiriyê de ev tişt hatin gotin: "Berî her tiştî ji bo hêza te ya mîzahî û biryardariya de silav dikim. Herî dawî min û cenabê te, beriya hilbijartinên 7ê Hezîranê li Navenda Giştî ya HDPê me hevdû dîtibû. Wê rojê me bi 142 îmzeyên 68an piştgiriya xwe bo cenabê te pêşkêşî kiribû. Niha derfet tine ku em ligel hev civînekê rojnamevaniyê li dar bixin lê dilê me bi te re ye û em bi 282 îmzeyên 68an piştgiriyê xwe bo cenabê te radigihînin."

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (177)

Bi heman mijarî:

YSKê HDP û Partiya Saadetê hişyar kirin
HDP lîsteya parlamaneteran îro radestî YSKyê dike, gellek navên nû hene
Onder: HDP wê ji sedî 14ê dengan bistîne
Demirtaş: Ger HDP bendê derbas bike, hûn dikarin ji AKPê re bibêjin oxir be
Buldan: Eger HDP li derveyê parlamentoyê bimîne wê dîsa hilbijartin çêbibe
‘HDP û Huda-Par ber bi tifaqê ve diçin'
Etîketan:
Hilbijartinên Tirkiyê, Hilbijartin, HDPê, HDP, Selahattin Demirtaş, Tirkiyeyê, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de