09:09 18 Hezîran 2018
Artêşa Amerîkayê

'Dilxwazên şeran dê bi sê gavan Artêşa Amerîkayê têxin şerê Îranê'

© Flickr / USAFE
Polîtîka
Lînkê kurt
0 0 0

Kovara National Interest a amerîkî di raporteke xwe de got ku "sê gav hene ku 'dilxwazên şeran' pêk tînin da ku Artêşa Amerîkayê bixapînin û wê biajon ku şerekî ji bo guhertina rejîma Îranê bidin destpêkirin" û destnîşan kir ku ji bo vî şerî jî, hebûna çekên wêrankirina girseyî wek hincet nîşan didin.

National Interest dibêje ku senaryoya  berî şerê Iraqê yê sala 2003an pêk hat, niha ji bo Îranê tê dubarekirin û destnîşan dike ku "di herdu rewşan de Amerîka li himberî rejîmekê ye ku bi xurtî dijberê wê ye û bi mebesta parastina cîhana azad hewl dide wê biguherîne."

Li gorî kovarê, plana destpêkirina şerî wiha dest pê dike; pêşî behsa dijberiyeke demokrat li wê dewletê tê kirin a ku Amerîka bizave dike şerê wê bike, paşê hewl didin dinyayê qanî bikin ku ne pêkan e ku alîkariya van dijberan bikin, eger nebin desthilatdar ku heman tişt berî şerê Iraqê jî hatibû kirin.

Kovar îdîa dike ku vekişîna Serokê Amerîkayê Donald Trump ji peymana nûkleerî ya li gel Îran, beşek ji wê yekê bû ku behsa sedemên şerê Îranê bikin.

Di berdewamiya raportê de wiha tê gotin "Gava duyem di axiftina Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompoeyî de derket holê ku wî gotibû, welatê wî dê qet dest ji parastina gelê Îranê bernede". Herwiha tê destnîşankirin ku Pompeoyî  gotiye, 'di xwenîşandanên îraniyan bangên şoreşê ne, ne ku bangên reforman in'.

Kovar dibêje ku gava sêyem behsa gava sêyem dike û dibêje ew dê wek senaryoya Iraqê be ku Qesra Spî û parêzerên polîtîkaya wê, dê bibêjin ku lêçûnên şerê li dijî Îranê dê gelekî kêm bin û dê ji bo artêşa amerîkî wek pîknîkê be.

​Ji aliyê din ve, kovar bi bîr tîne ku "hinceta Amerîkayê ji bo dagirkirina Iraqê, derew bû û dibêje ku hinceta Îranê jî dê bi heman awayî derew be."

Bi heman mijarî:

Li Kirmaşan û Kurdistana Îranê 279 kes ji ber xwarina kuvarkan jehrî bûn
‘Gendeliya dengdan a Silêmaniyê ji aliyê Îranê ve hat kirin'
Brîtanya, Almanya û Fransa: Divê pabendî bi mercên peymana li gel Îranê were kirin
Macron: Tevî biryara DYAyê ya peymana nukleerî, YE hebûna şirketên li Îranê misoger dike
Hêzên Îranê mudexale li xwepêşanderan kir: 3 kes hatin kuştin
Îranê biryara îdama Ramîn Husên Penahî da
YE li dijî Amerîkayê dest bi hemleya Îranê kir
Etîketan:
Donald Trump, Iraq, Îran, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de