20:30 20 Hezîran 2018
HSD

'Welatekî ereb dest bi perwerdekirina hêzên HSDê kir'

© AFP 2018 / Delil Souleiman
Polîtîka
Lînkê kurt
0 01

Malpera SmartNewsê îdîa kir ku li baregeha Sebah el Xêrê ya başûrê bajarê Hesekê yê Rojava, efserên urdunî serperiştiya perwerdehiya hêzên sînorî yên girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) dikin.

Li gorî îdîaya wê malperê, şeş efserên urdunî û çarên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê serperiştiya perwerdekirina kûrsa çarem a pasevanên sînoran kiriye û wê kûrsê 18 rojan dewam kir ku perwerde bi çekên sivik dihat kirin.

Herwiha çavkaniyê îdîa kir ku ew hêzên hatine pewerdekirin li ser sînorên navbera Tirkiye-Sûriyeyê û Iraq-Sûriyeyê hatine bicîkirin û mehane 115 hezar lîreyên sûrî muşe werdigirin.

Çavkaniyê hebûna hêzên Erebistana Siûdî li herêmên HSDê red kir û pêşbîn kir ku dibe ew jî di demên pêş de çêbibe.

Hêjayî gotinê ye ku duh hatibû îdîakirin ku Erebistana Siûdî xwe daye ber fînansekirina hêzên parastina sînoran ên girêdayî HSDê lê hîn ti daxuyaniyeke fermî ji aliyê HSDê ve derbar3e vê mijarê de nehatiye dan.

Bi heman mijarî:

Qralê Urdunê: Rûsya li Sûriyeyê kilîda aştiyê ye
Li sînorê Urdunê operasyona DAIŞê: 8 kuştî
Qiralê Urdunê li Tirkiyeyê gilî kir: Tirkiye piştgiriya îslamîstên tundrew dike
Amerîka, bi rêya Tirkiye û Urdunê bi tonan çek derbasî Sûriyeyê kirin
Urdunê navenda Biraderên Misilman girt
Qralê Urdunê Abdullah parlamentoyê fesîh kir
Etîketan:
DAIŞ, HSD, Erebistana Siûdî, Tirkiye, Iraq, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de