00:37 18 Hezîran 2018
HDPê namzedên xwe yên Amedê da nasandin

HDPê namzedên xwe yên Amedê dan nasandin

© Sputnik / Sertaç Kayar
Polîtîka
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (160)
0 20

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) namzedên xwe yên Amedê li balafirgehê pêşwazî kirin û bi konvoyeke mezin li ber avahîya şaxa HDPê ya Amedê yek bi yek dan nasandin.

HDPê namzedên xwe yên Amedê da nasandin. Rêxistina HDPê ya Amedê bi konvoyeke mezin namzedên xwe li Balafirgeha Amedê pêşwazî kirin û bi konvoyek mezin di nava bajêr de geriyan. Piştî konvoyê li ber avahîya HDPê danasîna namzedan dest pê kir. 12 namzedên HDPê yên Amedê yek bi yek gel silav kirin.

Parlamentera HDPê û namzeda Batmanê Feleknas Uca di danasînê de axivî û got "Em di rojên dirokî de derbas dibin. Ev ewrên reş dê ji ser welatên me here û rojên ronî nêz e. Parlamenterên me yên zindanan û hevalên me dê azad bibin. Dê Amed dîrokê binivîse. Di 24ê Heziranê de dê dengê zilmê û komkojiyan qut bibe."

Piştî Uca, namzedên Amedê Adnan Selçuk Mizrakli, Saliha Aydeniz, Îmam Taşçier, Remziye Tosun, Hişyar Ozsoy, Semra Guzel, Garo Paylan, Dersim Dag, Musa Farisoglullari, Abdurrahin Durmuş, Mehmet Temizyuz û Ferda Fahrioglu Akin yek bi yek axivîn û gel silav kirin. Piştî danasînê li ber avahîya Amedê govend hat gerandin.

  • Selahattin Demirtaş / HDP
    Selahattin Demirtaş / HDP
    © Sputnik / Sertaç Kayar
  • HDPê namzedên xwe yên Amedê da nasandin -2
    HDPê namzedên xwe yên Amedê da nasandin -2
    © Sputnik / Sertaç Kayar
  • HDPê namzedên xwe yên Amedê da nasandin - 3
    HDPê namzedên xwe yên Amedê da nasandin - 3
    © Sputnik / Sertaç Kayar
1 / 3
© Sputnik / Sertaç Kayar
Selahattin Demirtaş / HDP
Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (160)

Bi heman mijarî:

'Piraniya piştgirên HDPê dilxwazên pêvajoya çareseriyê ne'
Afro-tirkek bû Namzetê HDPê yê parlementeriyê
DDKD: Di hilbijartinên 24ê Hezîranê de em ê piştgirî bidin HDPê
Demirtaş ji namzedên HDPê re peyamek şand
HDPê deklerasyona bi navê ‘tifaqa demokratîk a Kurdistanî' eşkere kir
Parlamenterên HDPê yên di lîsteya nû de cih negirtin
Bajar bi bajar namzedên HDPê
Etîketan:
Hilbijartinên Tirkiyê, Namzed, Hilbijartin, HDP, Amed, Tirkiye, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de