09:46 23 Hezîran 2018
Alayên Tirkiye, Qibris

Yûnanistanê bo Amerîkayê : Li dijî êrîşkariya Tirkiyeyê mafên Qibrisê biparêze

© AP Photo / Petros Karadjias
Polîtîka
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Nikos Kotzias di civîna xwe ya li gel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompoe û alîkarê wî yê ji bo têkiliyên Ewropa û Asyayê Wess Mitchell ya duh duşemê de ji Amerîkayê xwest ku Qibrisê ji êrîşkariya Tirkiyeyê biparêze.

Li gorî nûçeya malpera Ahvalê ya ku dispêre rojnameya yûnanî ya bi navê Kathimeriniyê, wezîrê yûnanî rewşa li rojhilata Deryaya Spî û Rojhilata Navîn bi Pompeo û Mitchellî re gotûbêj kiriye û "teqezî li ser parastina ewlehî û îstiqrarê ya herêmê kiriye."

Gerîna li rezervên gazê li rojhilata Deryaya Spî rageşiya navbera Tirkiye, Qibris û Misirê zêde kiriye.

Kotziasî di axiftina xwe de got, "min bi kûrahî reftarên Tirkiyeyê  û pêwîstiya piştgirtina Komara Qibrisê û mafên wê yên navdewletî destnîşan kirin, ji ber nabe ku Qibris tenê wek 'kêşeyeke' NYyê were dîtin lê li herêmê dewletek e ku serwerî, rol û potansiyelek wê ya taybet heye."

Hêjayî gotinê ye ku Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauertê gotiye ku Pompeo û Korziasî "li hev kiriye ku di qadên sereke yên hevkariyê de Diyalogeke Statejîka Amerîkî-Yûnanî ava bikin."

Bi heman mijarî:

Yûnanistanê balafirên Tirkiyeyê tehdîd kirin
Yûnanistanê daxwaza efûya deynan li YEyê kir
Yûnanistanê îadeya 2 leşkerên din red kir
Tirkiyeyê ji Yûnanistanê daxwaza îadeya duyemîn a leşkerên derbekar kir
Etîketan:
Heather Nauert, Mike Pompeo, Nikos Kotzias, Deryaya Spî, Amerîka, Yûnanistan, Qibris, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de