19:06 23 Hezîran 2018
Muharrem Ince

'Ince ji ber lîsteyên parlamenteriyê mitîngên xwe betal kirin'

© Foto : CHP
Polîtîka
Lînkê kurt
0 0 0

Mitîngên Muharrem Ince yên bajarê Zonguldak û Bartinê betal bûn. Ince duhî li ser hisabê xwe de gotibû ‘dibe mitîngên me yên sibê werin betalkirin.'

Ilker Başbug
© AP Photo / Burhan Ozbilici
Muharrem Ince duhî li ser hisabê xwe yê medya civakî yê Twitterê peyamek parve kir û got: "Dengê min ket, dibe mitingên Zonguldak û Bartinê werin betalkirin." Ofîsa çapemenî ya CHPê jî di daxuyaniya xwe ya îro de bêyî ku sedemekê nîşan bide agahiya betalkirina mitîngên herdu bajaran ragihand.

Şevê din piştî eşkerebûna lîsteyên namzediya parlamenteriyê 20 kesên ku nêzî Ince bûn di nava lîsteyan de cih negirtibûn. Ji parlamenterên nêzî Ince Namik Havutca, Riza Yalçinkaya, Bulent Oz, Bulent Bektaşoglu, Mehmet Goker, Mazlum Nurlu, Yakup Akkaya, Akın Ustundag, Şerafettin Turpcu û Erdin Bircan neketin lîsteyên namzediyê. Ji kesên nêzî Ince tenê Tanjı Ozcan û Yaşar Tuzun di lîsteyê de cih girtin.

Li gor îdîayan Muharrem Ince ji lîsteya namzedên parlamenteriyê aciz e û dibe îro bi Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu re hevdîtinekê pêk bîne.

Bi heman mijarî:

Ince: Pirsgirêka kurd pirsgirêkeke çandî, aborî û siyasî ye
Ji Ince bo Erdogan: Li şûna Xezzeyê çû Gebzeyê
Ince, îdiaya rojnamevanê nêzî hikumetê derewand
‘Ince di hevdîtina Erdogan de du caran xwest rabe'
Muharrem Ince serlêdana Demirtaş kir
Ince piştî serdana Demirtaş diçe Colemêrgê
‘Kurd çima wê dengê xwe bidin Muharem Ince'
Etîketan:
CHP, Muharrem Ince, Enqere, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de