06:54 26 Gulan 2018
Sergey Lavrov û Muhemmed Cewad Zerîf

Lavrov: Amerîka niyet dike, peymanên giring ji nû ve binirxîne, divê em tehdîdan rakin

© REUTERS / Maxim Shemetov
Polîtîka
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî diyar kir ku Amerîka biniyet e ku peymanên navneteweyî yên giring ji nû ve binirxîne û got, divê her tehdîdek li dijî rejîma bergirtina li belavbûna çekên nûkleerî were jinavbirin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî li Moskowê pêşwaziya Wezîrê Derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîfî kir ku piştî biryara Amerîkayê ya vekişîna ji peymana nûkleerî ya navbera Îran û welatên P+1ê ketiye lêgerîna parastina berhewendiyên Tehranê. Lavrovî di destpêka civînê de bal kişand ser wê yekê ku Amerîka biniyet e ku peymanên navneteweyî yên giring ji nû ve binirxîne.

'PARASTINA PEYMANÊ BERJEWENDIYÊN RÛSYA Û WELATÊN DIN LI HEV DIKIN'

Herwiha Lavrovî diyar kir ku divê tehdîdên li dijî rejîma bergirtina li belavbûna çekên nûkleerî were rakirin û wiha dewam kir: "Ji bilî Amerîkayê, me pêwendî bi hemû aliyan re danîn. parastina peymana nûkleerî, li gorî berjewendiyên Rûsya û çend welatan e û divê ev berjewendî bi awayekî hevpar werin parastin."

"JI BO PARASTINA PEYMANÊ, EM Ê HER TIŞTÎ BIKIN"

Ji aliyê din ve, Zerîfî diyar kir ku misogerkirina Rûsyayê ku dê rêzê li peymanê bigire, cesaretê dide û got ku Rûsya û Îran amade ne her tiştê pêwîst bikin da ku peymanê biparêzin.

Zerîfî got, "piştî biryara Amerîkayê, hevsengiyên di wê peymanê de ya ku wek Plana Çalakiyan a Berfireh a Hevpar (JCPOA) tê nasîn guherîn. Em li rêyan digerin ku hevkariyê di formata 4+1ê de pêk bînin. Mixabin hikûmeta Amerîkayê êdî ji xwe re kiriye adet  ku li dijî rêbaz û qanûnên navdewletî derkeve. JCPOA, Îran û Ewropa û nexasim li gel Amerîkayê, bi hevsengiya sozan re guncav e. Lê ev hevsengî bi derketina Amerîkayê xera bû."

Wezîrê Derve yê Îranê dawiya hefteyê li Pekînê çend civîn pêk anîbûn. Zerîf dê heta dawiya hefteyê biçe Brûkselê.

Lavrovî di daxuyaniya xwe ya berî civînê de diyar kiribû ku Serokê Amerîkayê Donald Trumpî  rewşeke qeyranê afirandiye.

Wezîrê Enerjiyê yê Rûsyayê Aleksandr Novak diyar kiribû ku dê biryara Amerîkayê bi hevkarê xwe yê îranî Xalid el Falihî re di Foruma Aboriyê ya St.Petersburgê gotûbêj bikin.

Bi heman mijarî:

Yildirim: Em ji Ewropayê dûr nakevin û Ewropa nikare têkiliyan bi Rûsyayê re bibire
Pêşbirka bedewiyê Bedewa Rûsyayê 2018an hat lidarxistin
Wezîrên G7ê: Tevgerên Rûsyayê yên li Sûriye û Ûkraynayê nayên qebûlkirin
Rayedarên amerîkî ketin nav avahiya konsûlxaneya Rûsyayê
Wezareta Rûsyayê di derbarê zirweya di navbera herdu aliyên Koreyê de daxuyanî da
Simonyan rapora 'midaxeleya Rûsyayê' nirxand: Her kes dikare biçe mala xwe
Etîketan:
Muhemed Cewad Zerîf, Sergey Lavrov, Tehran, Amerîka, Moskow, Rûsya, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de