07:15 26 Gulan 2018
Muharrem İnce - Kemal Kılıçdaroğlu

‘Di tura duyem de em piştgiriyê nadin Inceyê ku serdana Demirtaş dike'

© Sputnik / ADEM ALTAN
Polîtîka
Lînkê kurt
0 02

Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perinçek di axaftina xwe de ragihand ku di tura duyem em piştgiriyê nadin Ince jî û nadin Akşener jî.

Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perinçek piştî namzediya wî eseh bû li navenda partiyê daxuyaniyeke çapemenî da û got: "Eger di tura yekem de namzedê serokomarî neyê hilbijartin di tura duyem de em ne piştgiriyê didin Muharrem Ince û ne jî didin Meral Akşener."

Dogu Perinçek di axaftina xwe serdana Ince ya Selahattin Demirtaş rexne kir û got: "Ji bo Partiya Vatanê tifaqên ku PKK û FETO di nav de bin tunene. Em ti carî bi kesên ku li pey Selahattin Demirtaş digerin re nabin yek. Ji vir bi awayekî vekirî eşkere dikim. Demirtaş kî ye? Mirovê PKKê ye. PKKeya ku Amerîka li hemberî Tirkiyeyê çekan didê. Hûn dixwazin problema Tirkiyeyê bînin bikin desthilat. Bi serdana wî hûnê çi bi dest bixin. Em piştgiriyê nadin ên ku li pey projeyên Atlantîkê diçin. Em piştgiriyê nadin projeyên FETOyê."

Bi heman mijarî:

Perinçek: AKPê derbeyek mezin xwar û Erdogan diçe
Perinçek: Amerîka piştî Îsraîla Cihûyan li pey avakirina Îsraîla kurdan e
Perinçek: Tirkiye korîdora PKKê ku Amerîka û Îsraîl piştgiriya wê dikir şikand
Dogu Perinçek ji bo Erdogan tiştên ecêb û balkêş gotin
Etîketan:
Partiya Vatanê, CHP, Dogu Perinçek, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de