05:31 22 Gulan 2018
    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Koreya Başûr

    Aborîzan Sonmez: Manîfestoya Erdogan lixwemikurhatina têkçûnê ye

    © REUTERS / Ed Jones
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Aborîzan Sonmez manîfestoya hilbijartinê ya Erdogan weke ‘lixwemikurhatina têkçûnê' bi nav kir û got, "Ji bilî 25 ji sedê hilbijêrên ku îman bi Erdogan anîne yên din baweriyê bi vê manîfestoyê nayînin."

    Aborîzan Mustafa Sonmez manîfestoya hilbijartinê ya Erdoganî ku li Kongreya partiya xwe ya Stenbolê aşkere kiribû ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandiye:

    Sonmez destnîşan kir ku ji bilî weidên aborî pê ve tiştekî ku bide hilbijêran tune ye, "Hewil dide hindek projeyên ku dest pê kiriye û neqedandiye bifiroşe. Titên ku di manîfestoyê de bilêv dike tekane tiştê ku di destê wî de maye. Ji aliyekî ve sond dixwe ku dê enflasyona ku ji sedî gihaştiye sedî, bê kariya zêde, hilawesana bilind hel bike, ji aliyê din ve amajê dike ku projeyên ku nîvçe mane û temam nekiriye, temam bike."

    ‘ERDOGAN LI XWE MIKUR HAT KU TÊKÇÛYE, DIBÊJE CAREKE DIN ERKÊ BIDIN MIN'

    Sonmez dide zanîn ku 15 sal e tena serê xwe desthilat e û hêj ev veid bicih neanîne, "Piştî 15 salan eger hûn hêj behsa engflasyona zêde, helawesan û bê kariyê bikin, tê wê wateyê ku hûn li xwe mikûr tên ku hûn têkçûne. Yanî hûn dibêjin ‘me nekarî vana pêk bînin. Careke din erkê bidine û ez dê careke din hewil bidim van pêk bînim."

    ‘AKPê DEMA XWE TIJE KIRIEYE'

    Sonmez teqez kir ku ev malzemeyên Erdoganî dê tu encamê ji jê re neyîne, "Dema ku dovîz buha dibe, amûrên îtxal tên; enerjiya îtxan, mekîneyên îtxal, buhayên hemû techîzatan zêde dibe. Û ev bandora xwe li mqalîyetan dike. Dema wisa dibe hilberînêr jî ji neçarî nirxên tiştan zêde dikin. D irewşeke wiha de sermayedar û welatî ji dêvla pereyên tirkî dovîzê dikirin. Pêbaweriya bi vê hikûmetê nema ye û ne pêkan e ku van ji nûv de vesaz bike. Lewra em dikarin bibêjin ku AKPê dema xwe tije kiriye."

    Bi heman mijarî:

    Mişawîrê ku pêhîn li karkerê kanê dabû tê îdiakirin bernamzedê AKPê ye
    Demirtaş: AKP piştgiriya xwe wenda dike û mirov ji AKPê aciz bûne
    Avakarê AKPê: Erdogan xwest Gul bibe namzedê serokomariyê
    ‘50 parlamenterên AKPê îstîfa dikin û Gul jî ji Partiya Saadetê namzed nîşan didin'
    Holanda li welatê xwe AKPê naxwaze: Ji bo bangeşeyê neyên
    Etîketan:
    Têkçûn, Hilbijartin, Weid, Aborî, AKP, Recep Tayyip Erdogan, Mustafa Sonmez, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de