20:53 20 Gulan 2018
    Sertaç Bucak - Emin Kardaş - Mustafa Ozçelik - Mesut Tek - ‘Tifaqa hilbijartinê ya Kurdistanê’

    Partiyên kurdî ‘Tifaqa hilbijartinê ya Kurdistanê' ava kirin û şertên tifaqê aşkere kirin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 21

    Li Amedê 5 partî û saziyên kurdî ji bo hilbijartina 24ê Heziranê ‘Tifaqa hilbijartinê ya Kurdistanê' ava kirin û şertên xwe yên tifaqê aşkere kirin. Di nava şertên tifaqê de "Qebûlkirina hebûna miletê kurd û Kurdistanê û qebûlkirina mafê xwebirêvebirina li ser axa welatê xwe, rêzlêgirtina sembol û nirxên gelê kurd yên netewî" jî heye.

    5 partî û saziyên kurdî bi navê ‘Tifaqa hilbijartinê ya Kurdistanê' tifaqek ava kirin. Nûnerên partî û sazîyan li Amedê tifaqa xwe aşkere kirin û şertên tifaqê bi deklarasyonekê aşkere kirin.

    ‘TIFAQA KURDISTANÎ YA JI BO HILBIJARTINÊ' HAT AVAKIRIN

    Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, Partîya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokrat a Kurdistanê —Tirkîye (PDK-T), Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK) û Partî-iya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di nava tifaqê de cih digrin. Partî û sazîyan tifaqa xwe li Amedê bi daxuyaniya bi kurdî û tirkî aşkere kirin. Serokê PDK-T Mehmet Emin Kardaş daxuyanîya kurdî xwend û got "Em mizgîniyê didin gelê xwe ku me ‘'Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinê' ava kirîye."

    ‘JI BO TIFAQÊ PRENSÎBÊN ME HENE'

    Kardaş wiha berdewam kir "Em wek partî û tevgerên ku mafê çarenûsa gelê kurd û gelê Kurdistanê diparêzin, ji bo Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinê, me li ser van xalên li jêr li hev kiriye. Em ê li ser esasê qebulkirina van prensîbên siyasî, ji bo berfirehkirina tifaqa hilbijartinan xebatên xwe dest pê bikin. Em dixwazin di vî warî de gelê xwe agahdar bikin. Prensîbên me yên siyasî yên ji bo tifaqa hilbijartinê ev in."

    Kardaş şertên tifaqê wiha rêz kirin:

    5 partî û saziyên kurdî bi navê ‘Tifaqa hilbijartinê ya Kurdistanê’ tifaqek ava kirin. Nûnerên partî û sazîyan li Amedê tifaqa xwe aşkere kirin û şertên tifaqê bi deklarasyonekê aşkere kirin.
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    5 partî û saziyên kurdî bi navê ‘Tifaqa hilbijartinê ya Kurdistanê’ tifaqek ava kirin. Nûnerên partî û sazîyan li Amedê tifaqa xwe aşkere kirin û şertên tifaqê bi deklarasyonekê aşkere kirin.
    • Qebûlkirina hebûna miletê Kurd û Kurdistanê û qebûlkirina mafê xwebirêvebirina li ser axa welatê xwe, rêzlêgirtina sembol û nirxên gelê me yên netewî.
    • Qebûlkirina mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî û li gel zimanê tirkî weke zimanekî fermî qebûlkirina zimanê kurdî.
    • Li dijderketina hemû qedexeyên li ser azadiya derbirîna ramanî û xebata rêxistinî.
    • Qebûlkirina mafên netewî û bawermendiyê yên hemû pêkhate, ol û mezheban.
    • Parastina mafên jinan.
    • Li dijderketina şer, operasyonên leşkerî, Rewşa Awarte (OHAL) û ji bo çareseriyeke siyasî ya ji bo pirsa kurd û Kurdistanê, divê hemû alîyên kurdan bibin muxatabê dîyalogê.
    • Xwestina serbestberdana hemû desteserkirî û girtiyên siyasî.
    • Divê qanûna partiyên siyasî û qanûna hilbijartinan bi awayekî demokratîk ji nû ve bê çêkirin da ku hemû astengiyên li ber îradeya gelê me ji holê bê rakirin.
    • Sonda Parlamenterîyê li ser bingehe ku hebûna pêkhateyan û ya gelê kurd tune bihesibîne û şexsiyeta wan ya netewî rencîde bike hatiye danin. Divê ev sond ji nû ve li ser bingehê qebûlkirina hebûn û îradeya hemû gelan bê revîzekirin.
    • Divê Dewleta Tirkiyeyê hemû şerh û astengiyên ku li ber bicîhanîna wan peymanên navnetewî yên wê bi xwe îmze kiriye ji holê rake.
    • Divê hemû Şertên Yekîtiya Ewropayê yên di derbarê xweseriya rêvebiriyên herêmî de bêne qebûlkirin.
    • Ji bo ev prensîbên me yên siyasî di makeqanûnê û di qanûnên din de bi cîh bibin û bên parastin, divê em bi rêyên sivîl, siyasî û demokratîk têkoşîna xwe bimeşînin.
    • Em ê veguherînan bikin ku li ser van prensîbên siyasî em potansiyela herî berfireh ya siyasî û civakî ya Kurdistanê beşdarî vê Tifaqa Kurdistanî ya ji bo hilbijartinan bikin.
    • Em ê wek Tifaqa Kurdistanî ya ji bo hilbijartinan, bi wan aliyên Tirkiyeyê yên ku van prensîbên me yên siyasî qebûl dikin re, ji bo tifaqa hilbijartinan di nav diyalogê de bin.
    • Ev alîyên ku ji bo avakirina alternatîfeke neteweyî-demokratîk ya ji bo hilbijartinan li hev kirine, li ser bingeha van prensîbên siyasî yên ku me li ser li hev kiriye, dê bi aliyên sîyasî yên berfireh re hevdîtinan pêk bînin û li gorî encamên van hevdîtinan, dê careke din bicivin û dê di derbarê şêweya beşdariya hilbijartinan de biryara xwe ya dawî bidin.

    Bi heman mijarî:

    Partiyên Kurdistanî ji bo bloka Kurdî li hev kirin, PSKê jî biryara xwe da
    'Neh partiyên kurdî li Mûsilê tev li hilbijartinan dibin lê tenê YNKê vegeriyaye'
    Li Kerkûkê partiyên Tirkmanî û ereb bêtir ên kurdî kampanyaya hilbijartinan dikin
    Partiyên kurdî yên li Sûriyeyê ji bo êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransayê çi dibêjin?
    Gelo ji bo ‘eniya kurdan a hilbijartinê' şertên partiyên kurdî çi ne?
    Partiyên kurdî bi daxuyaniyekê piştgirî dane karkerên ku ji kar hatin derxistin
    Etîketan:
    Tifaqa Kurdistanî, Hilbijartinên Tirkiyê, Hilbijartin, Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanê, Sertaç Kayar, Lihevkirin, Deklerasyon, Tifaq, Spûtnîk, Emin Kardaş, Sertaç Bucak, Mesut Tek, Mustafa Ozçelik, amed, Tirkiyeyê, kurdistan, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de