22:34 22 Gulan 2018
    Alaya Tirkiye û NATOyê

    Foreign Policy: Tirkiye yek ji wan e, ihtimala şerekî di navbera du welatên NATOyê de heye

    © AFP 2018 / BENOIT DOPPAGNE
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Kovara Foreign Policy diyar kir Yûnanistan û Tirkiye ji ber nakokiyên giravên Egeyê li daholên şerekî dixin ku bi neteweperestiya herdû welatan tê avadan.

    Kovarê di raporta xwe ya çarşemê de ragihand ku qeyraneke leşkerî di navbera Tirkiye û Yûnanistanê de heye ku herdu jî endamên NATOyê ye û destnîşan kir ku rewşa navbera herdu welatan ti carî jî baş nebûye û herdu welatan di sedsala bîstan de çend caran şer kiribû.

    Sala 1996an hindik mabû ku herdu dewlet ji bo girava Îmiyayê ya deryaya Egeyê ya li rojavayê beravên Tirkiyeyê şer bikin lê Amerîkayê destwerdan kir ku nehişt ew şer biqewime.

    Li gorî kovarê, herdu dewlet niha dîsa nêzîkî şerekî dibin ku ihtimal heye, vê carê rola Washingtonê di rawestandina wî şerî de tine be.

    "BALAFIRÊN TIRKIYEYÊ 30 CARAN QADA HEWAYÎ YA YÛNANISTANÊ DERBAS KIRIYE"

    Herwiha kovarê daxuyaniya Binali Yildirimî bi bîr anî ku duşema borî ragihandibû ku pasevanên sînorî yên Artêşa Tirkiyeyê alaya Yûnanistanê ji ser giravê rakiriye, piştî ku yûnaniyan li wir bilind kiribû lê desthilata Yûnanistanê ew îdîa red kiribû û teqez kiribû ku ala hîn li wê derê ye.

    Kovara behsa wê bûyerê dike ya ku pîlotekî yûnanî tê de miribû, piştî ku balafira wî di peywira berigriya balafireke Tirkiyeyê de ketibû.

    Foreign Policy destnîşan dike ku balafirên Tirkiyeyê bêtirî 30 caran qada hewayî ya Yûnanistanê derbas kiriye.

    ​Ji aliyê din ve, kovarê diyar dike ku heta Erdogan li desthilatê be, statejiya Tirkiyeyê li himberî deryaya Egeyê dê neguhere lê destnîşan kir ku hêza Tirkiyeyê ne temam e û ne li gorî xewnên Erdoganî ne ku împeratoriya osmanî vegerîne lewra dê hewl bide ku rageşiyê zêde neke lê dîsa jî ihtimal heye ku rûbirûbûna leşkerî di navbera herdu welatan de pêk were.

    Bi heman mijarî:

    Kosaçev: Piştgiriya Tirkiyeyê ya êrîşa dijî Sûriyeyê xeta ye
    TEV-DEM derbarê hebûna Tirkiyeyê ya li Efrînê daxuyanî da
    'YE ji bo Tirkiyeyê rapora xwe ya herî giran amade kir'
    Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg li Tirkiyeyê dest bi hevdîtinan kir
    Reqemên Budçeya Tirkiyeyê a meha adarê eşkere bûn
    Civîna Çavuşoglu û Stoltenbergî: NATO li gel Tirkiyeyê ye
    Kremlinê bersiv da daxuyaniya Macronî ya Tirkiyeyê
    Pisporê rûs: Dewletên Rojava ji hevkariya Rûsya-Tirkiyeyê aciz in
    Etîketan:
    NATO, Îmiya, Ege, Washington, Amerîka, Yûnanistan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de