06:28 27 Gulan 2018
Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan

'Dê gelek kes ji AKPê veqetin'

Serokomariya Tirkiyeyê / Yasin Bulbul
Polîtîka
Lînkê kurt
0 0 0

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Atik Çaglar di axaftina xwe de ragihand ku qismekî AKPeyî hatine narkozkirin, çavê wan kor bûye û nizanin ji bo çi li çepikan didin.

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Atik Çaglar di axaftina xwe ya televîzyona KRTyê de got: "Di nava AKPê de girseyek heye çavê wan kor bûye û li gor şîroveya rehmetiyê Erbakan hatiye narkozkirin. Nizane ji bo çi li çepikan dide. Dibêje Erdogan gotiye û li çepikan dide."

'EGER EM KARÊ XWE BAŞ BIKIN WÊ GELEK KES JI AKPÊ VEQETIN'

Atik Çaglar di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ne mimkine ku îro mirov bikaribe tiştekî bi wê girseyê bide qebûlkirin. Hatine girtin û em ne di nava galaksiyekê de dijîn. Lê digel vê girseyeke zêde ku ji şaredar, parlamenter û rêvebiran pêk tê heye û em di nava têkiliyê de ne. Dibêjin tiştê ku em nikarin bêjin Temel Karamollaoglu tîne ziman. DSPê di hilbijartina 1999an de ji sedî 21 deng wergirt, lê di hilbijartina 2002an de ji sedî 1 stand. Eger Partiya Saadetê karê xwe baş bike wê AKPê têxe şokeke mezin û dê gelek kes ji AKPê veqetin."

Bi heman mijarî:

ANAR: Rêjeya dengên Tifaqa AKP-MHPê bi zehmetî 50 ji sedî derbas dike
‘Dengdêrên AKP-MHPê dûrî tifaqê disekinin'
Eliaçik: AKP tevlî sûc bûye û tiştê ku niha dike manewrayên siyasî ne
'Tifaqa AKP-MHPê li ser dijminatiya kurdan tê meşandin'
Mesut Tek: Divê kurd li dijî tifaqa AKP-MHPê derkevin
Etîketan:
Partiya Saadetê, AKP, Atik Çaglar, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de