07:02 18 Hezîran 2018
Milo Djukanovic

Di hilbijartina serokomarî ya Qeredaxê de Djukanovic qezenç kir

© AFP 2018 / ELVIS BARUKCIC
Polîtîka
Lînkê kurt
0 0 0

Li danayên destpêkê yên anketên sindoqan di hilibijartina serokomariyê de Serokê DPSê Milo Djukanovic ji sedî 54,2ê dengan wergirt û bû serokomarê nû.

Anketên sindoqên hilbijartina serokomariyê ji aliyê Navenda Derbasbûna Demokratîk (CDT) ve hat eşkerekirin. Li gor daxuyaniyê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîsta Demokratîk (DPS) ê 56 salî ku 6 caran serokwezîrtî û carekê jî serokomarî kiribû Milo Djukanovic ji sedî 54,2yê dengan wergirt û bû serokomarê nû yê Qeredaxê.

JI SEDÎ 97Ê DENGAN HAT JIMARTIN

Li gor daxuyaniya CDTê, di hilibijartinê de yek jê jin bi tevahî 7 namzed hebûn û heta niha ji sedî 90,5ê dengan hatine hejmartin. Li gor anketên sindoqan, namzedê Partiya Qeredax a Pozîtîv Mladen Bojanic ji sedî 33,3 û Cîgirê Serokê Partiya Sosyalîsta Demokratîk (DPS) Draginja Vuksanovic jî ji sedî 8,1ê dengan wergirtin.

Bi heman mijarî:

Zaxarova: "Îdîayên ku Rûsya li Qeredaxê amadehiya derbeyê dike kampanya reşkirinê ye"
Lavrov îdiayên 'hewldana derbeyê li Qeredaxê' derewandin
NATO dê vexwendina endamtiyê ji Qeredaxê re bişîne
Etîketan:
Serokomarê Qeredaxê diyar bû, Milo Djukanovic, Qeredax
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de