03:16 23 Nîsan 2018
    Sînor

    Li hemberî parastvanên sînor êrişa bombeyî: 5 kuştî û gelek birîndar

    © REUTERS/ Umit Bektaş
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li Pakistanê li bajarê Ketta yê ku dikeve sînorê Afganistanê li hemberî muhafizên sînor êrişeke xwekujî pêk hat. Di encama êrişê de 5 parastvan hatin kuştin.

    Li gor medyaya giştî ku dispêre çavkaniyên ewlehî yên Pakistanê, li bajarê Ketta yê eyaleta Belucistanê li hemberî wesayîta ewlehî ku dewriye dikir êrişeke xwekujî pêk hat. Dîrektorê Parastina Sivîl Aslam Tareen di axaftina xwe de ragihand ku êrişkar derdora 20-22 salî û 8-10 kîlo teqemenî li ser xwe pêçabû.

    Aslam Tareen di berdewamiya axaftina xwe de got: "Êrişa xwekujî bi şev seet nêzîkî 21.00an p3ek hat û li gor zanyariyên destpêkê di êrişa xwekujî de herî kêm 5 muhafizên sînor hatin kuştin gelek jî birîndar bûn."

    Hefteya borî li Pakistanê dîsa kesên ku tevlî pîrozbahiyên paskalyayê bibin hedef hatibûn girtin û 4 xrîstiyan jî di nav de herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

    Bi heman mijarî:

    Pakistan: Amerîka, bi devê Hindistanê diaxive
    Piştî sucdarkirina Trump Çînê Pakistan parast: Têkoşîna dij terorê de hewleke mezin dan
    'Divê Pakistan tekoşîna milîtan û rêxistinên dijterorê zêde bike'
    Li sînorê Pakistan û Hindistanê şer: Kuştî û birîndar hene
    63 penaberên Burma, Pakistan û afganî hatin desteserkirin
    Etîketan:
    Li sînorê Pakistanê teqÎn, Aslam Tareen, Afganistan, Pakistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de