14:58 22 Gulan 2018
    serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron

    Pûtîn û Macron derbarê hevdîtinên sêalî yên li Enqereyê axivîn

    © Sputnik / Stephane De Sakutin
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi hempîşeyê xwe yê frensî Emmanuel Macron re bi telefonê derbarê hevdîtinên sêalî yên 4ê Nîsanê ku li Enqereyê hat lidarxistin de axivî.

    Kremlinê daxuyand ku bi daxwaza Parisê, serokê dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Emmanuel Macron bi telefonê rewşa Sûriyeyê axivîn e. Pûtîn derbarê hevdîtinên sêalî yên li paytext Enqereya Tirkiyeyê ya bi serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî re û derbarê xweserî, aramî û yekperçeya axa Sûriyeyê, Macron agahdar kir.

    Pûtîn di axaftina xwe ya bi Macron re bal kişand ser pêvajoya siyasî ku bi biryarên Kongreya Navnetewî ya Diyalogê a li Soçiyê hatin stendin de divê bên teşwîkirin û sepandin. Herwiha hat eşkerekirin serokê Rûsyayê bibîr xistiye û gotiye, hersê serok di mijarên serekê yên Sûriyeyê de di heman fikrê de ne û têkildarî mijaran de berdewamiya şewrê da ne.

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Pûtîn û Erdogan behsa sewqiyata berhemên çandiniyê kir
    Pûtîn: DAIŞ li Sûriyeyê hat têkbirin, lê hê jî xwedî potansiyel e
    Pûtîn: Mafê Kurdan e li Sûriyê di hemû proseyên çareseriya siyasî de cî bigirin
    Etîketan:
    Sûriye, civînên sêalî, Hevdîtin, Kremlin, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de