17:44 25 Gulan 2018
Bulent Ecevit

‘Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê li goristanê hîn bû ku bapîrê wî kurd e'

© Sputnik / Burhan Özbilici
Polîtîka
Lînkê kurt
0 10

Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Bulent Ecevit di dema serdana goristanê ji nivîsa li ser kevirê gorê hatiye nivîsandin, hîn bû ye ku kalikê wî Mustafa Şukru Beg Kurd e.

Li gor nûçeya Gazete Duvarê rojnamevan Mehmet Çetinguleç bi pirtûka bîranînên Ecevit ya bi navê sohbetên xatirxwestinê de, derbarê serokwezîrê berê de agahiyên ku berê nedihatin zanîn ragihand. Li gor pirtûkê di dema axaftina pêvajoya çareseriyê a li Amedê ya Serokwezîrê wê heyamê Recep Tayyip Erdogan de ku gotibû, "Pirsgirêka Kurd, realîteya Kurd" Ecevit ji malbata xwe mînakan bibîr xistiye û ramanên xwe aniye ziman.

Li gor rojnamevan Çetinguleç Ecevit eşkere kiriye ku bapîrê wî Mustafa Şukru Beg bi eslê xwe kurd e û kurdbûna bapîrê xwe di dema serdana gorsitanê, ji nivîsa li ser kevirê gorê hatiye nivîsandin hîn bûye. Li gor Ecevit kurd û tirk yekin û ji hev nayên cudakirin.

Bi heman mijarî:

‘Bo pirsgirêka Kurd werin em li Amedê ‘Kongreya aştî û biratiyê' li dar bixin'
Baydemir: Kurd biçin li Marsê bibin xwedî dewlet, Enqere dîsa wê li dijî derkeve
Parlamenterê kurd: Ji bo bicihanîna Destûra Bingehîn a Iraqê Amerîka dixebite
‘Kurd û mesihî ji tirsa newêrin vegerin'
Etîketan:
Bapîr, Aştî, Biratî, Tirk, Kurd, Mehmet Çetinguleç, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de