17:20 20 Nîsan 2018
    Parlamentoya Tirkiyeyê

    Digel îtîrazên HDPê qanûna nû li parlamentoyê hat qebûlkirin

    © REUTERS / Umit Bektas
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li parlamentoyê digel li dijderketina HDPê jî pêşnûmaya ku mafê dide general û parlamenteran bi erêkirina AKP, MHP, û CHPê hat qebûlkirin.

    Li gor nûçeya Bulent Sariogluyê rojnameya Hurriyetê, digel îtîrazên HDPê pêşnûmaya nû bi erêkirina wekîlên serokê grûbên AKP, MHP û CHPê hat qebûlkirin.

    Li gor madeya pêşî ya qanûnê, endamên parlamentoyê, yên ku endamtiya wan qediyabe an jî wezîrên ku ji derveyê parlamentoyê hatibin tayînkirin dê bikaribin ji hemû derfetên sazî, dezgeh û tesîsên civakî îstîfa de bikin. Madeya duyemîn jî ji bo Sererkanê Giştî, fermandar general û amîralan bû.

    Êdî mafê Sererkan Giştî, Fermandarê Bejayî, Fermandarê Deryayî, Fermandarê Hewayî û Fermandarê Cendirme û Ewlehiya Qeraxê, general û amîralê 4 stêrk û malbatên wan jî bûne wek ê endamên parlamentoyê. Derçûnên wan ên tendirustî dê wek ê parlamentera bin. Ev maf berê ji bo endamên darazaya bilind û malbatên wan hatibû deranîn.

    Bi heman mijarî:

    Parlamentoya Ewropayê ji Tirkiyeyê re: ‘Ji Efrînê derkevin'
    Ji Parlamentoya Ewropayê bo Tirkiyeyê: 'Ji Efrînê derkeve'
    Li Parlamentoya Tirkiyeyê ji ber Efrînê alozî derket
    Di Parlamentoya Tirkiyeyê de pevçûna Efrînê: 2 parlemanter birîndar bûn
    23 fezlekeyên nû hatin parlamentoya Tirkiyeyê
    HDP du rojan beşdarî xebatên Parlamentoya Tirkiyeyê nabe
    Etîketan:
    Parlamentoya Tirkiyeyê, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de