07:53 24 Nîsan 2018
    Heyder Ebadî

    Parlamenterê Iraqê: Ebadî soza xwe ya tekoşîna gendeliyê bi cih nayîne

    © AP Photo / Karim Kadim
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlamenterê Iraqê Mihemed Seyhun di axaftina xwe ragihand ku Serokwezîr Heyder Ebadî soza xwe ya tekoşîna dosyayên gendeliyê bi cih nayîne.

    Parlemanterê Iraqê yê bi ser lîsteya Dewleta Yasa ku serokatiya wê Nurî Malikî dike Mihemed Seyhud di axaftina xwe de got: "Tevî ku Heyder Ebadî di dema dawî de, çendîn daxuyanî derbarê vekirina doseyên gendeliyê daye, lê heya niha ti kar li ser wê pirsê nekiriye û nake. Rûbirûbûna gendeliyê tenê bi rêya pêkanîna hikûmeta piraniyê dibe. Ebadî jî li dijî hikûmeta piraniya siyasî ye, lewra ew nikare rastî gendeliyê bê."

    Wek tê zanîn di demên derbasbûyî de Ebadî çendîn caran gotibû ku ew ê tekoşîna gendelî û gendelkaran bikin, lê heta niha tiştek nebûye û beşek ji aliyên siyasî diyar dikin ku tevdana pirsa vekirina doseyên gendeliyê ji aliyê Ebadî ve tenê bangeşeya hilbijartinan e.

     

    Bi heman mijarî:

    Heyder Ebadî û Bob Dedlon ji bo Kerkûkê civiyan
    Ebadî: Em û Kurdan ber bi serdemeke nû ve diçin
    Ebadî talîmat dan ku balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê vebin
    Ebadî: Me bi Herêma Kurdistanê re rûpeleke nû vekir
    Ebadî: Balafirgehên Kurdistanê vedibin
    Etîketan:
    Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, Mihemed Seyhun, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de