13:43 25 Nîsan 2018
    Efrîn

    Li Efrînê sê leşkerên tirk hatin kuştin û sisê birîndar bûn

    © AFP 2018 / AHMAD SHAFIE BILAL
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 30

    Medyaya Tirkiyeyê ragihand ku hinek leşkerên tirk di teqîneke li Efrîne de hatine kuştin û hinekên din jî birîndar bûne. Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirimî ragihand ku di encama teqînê de sê leşkerên tirk hatine kuştin. Artêşa Tirkiyeyê jî ragihand ku sê leşker hatine kuştin û sêyên din jîn birîndar bûne.

    Medyaya Tirkiyeyê ragihandibû ku di dema operasyona lêgerînê de bombeyeke bi destan çêkirî teqiyaye û di encamê de hejmareke leşker hatine kuştin û hinekên din jî birîndar bûne.

    Hat ragihandin ku tîmên tenduristiyê destwerdana destpêkî li birîndaran kiriye û piştî wê ji bo dermankirinê şandiye nexweşxaneya Hatayê.

    Piştî bûyerê, Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirimî ragihand ku di encama teqînê de sê leşkerên tirk hatine kuştin.

    Artêşa Tirkiyeyê ragihand ku li navenda Efrînê di dema pêkanîna lêgerînê de bombeyeke bi destan çêkirî teqiyaye û di encamêde sê leşker hatine kuştin û 3yên din birîndar bûne.

    ÎDÎAYA KU "HAKAN FIDAN LI EFRÎNÊ YE"

    Li gorî nûçeya Kurdistan 24ê, Şêwirmendê Îstîxbarata Tirkiyeyê Hakan Fidan jî li Efrînê ye lê nayê zanîn bê sedema çûnê çi ye û çi têkiliya wê bi teqînê re heye yan na û ev agahî ji ti çavkaniyeke din nehatiye piştrastkirin.

    Hêjayî gotinê ye ku YPGê ragihandibû ku dê şerê xwe li dijî Artêşa Tirkiyeyê û komên pê re li Efrînê bi awayê êrîş-revê dewam bikin.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Berdevkê Hevpeymaniyê: Efrîn ne qada operasyonê ye
    Lijneya Ewlehî ya Millî (MGK) bi mijara Efrîn û Minbicê dicive
    PYD: Efrîn dê bi tenê nemîne
    5 pirsyarên derbarê Efrîn û rewşa wê ya dawî de
    Efrîn tê topbarankirin: Gelek top li gundewarên Efrînê ketin
    YPG: Tirkiye û hikûmeta Sûriyeyê li ser Efrîn û Idlibê li hev kirin
    Etîketan:
    Hakan Fidan, Binali Yildirim, Efrîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de