00:54 21 Nîsan 2018
    Çekdar

    Milîtanan bi çekên giran êrişî qereqola polîsan kir: 10 kuştî û 9 birîndar

    © AP Photo / Bilal Hussein
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Milîtanên rêxistina Talîbanê şêvê din li bajarê Taharê bi çekên giran êrişî qereqola polîsan kir. Di êrişê de 10 polîs hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.

    Berdevkê polîsê herêmê Halî Aseîr di axaftina xwe ya AFPê de got: "Şevê din gelek milîtanên rêxistina Talîbanê bi çekên giran êrişî qereqola bajarê Taharê ku dikeve başûrê Afganistanê kirin. Di êrişê de 10 polîs hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn."

    Li gor daxuynaiya berdevkê polîs hêzên artêşa Afagnistanê ku ji bo pevçûna Taharê diçûn alîkariyê li navçeya Hocai Garê ketin kemînê, lê di kemînê de ti kuştî û birîndar çênebûn.

    Ji aliyê din ve berdevkê rêxistina Talîbanê Zabiullah Mucahid di daxuyaniya xwe de berpirsyariya êrişa ser qereqola polîsan qebûl kir.

    Bi heman mijarî:

    Talîbanê bersiv da Trump: Afganistan wê ji Amerîka re bibe goristan
    Li Afganistanê 3 hezar û 500 kesî jiyana xwe ji dest da
    ‘Amerîka dixwaze milîtanên DAIŞê derbasî Afganistanê bike'
    Kabulov: Hejmara milîtanên DAIŞê yên li Afganistanê 10 hezarî derbas bûye
    Karzaî: Divê Amerîka qebûl bike ku stratejiya wê ya Afganistanê ne serkeftî ye
    NATO hejmara leşkerên xwe li Afganistanê derdixîne 16 hezaran
    Etîketan:
    Rêxistina Talîbanê, Zabiullah Mucahid, Halî Aseîr, Tahar, Afganistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de