09:59 20 Nîsan 2018
    Kadrî Yildirim

    Qedrî Yildirim: Dê û bavê YPGyiyan jî kurd in

    © Sputnik / Cesîm Ilhan
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 10

    Parlementerê HDPê yê Sêrtê Qedrî Yildirim di Parlementoya Tirkiyê de anî ziman ku “wextekî DAIŞê keçên Elewî û Êzidî dikirin qefesan, ihtimal e ku îro heman tiştê ASA jî bike.”

    Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan Qedrî Yildirim di derbarê rojevê de li Parlementoya Tirkiyeyê axivî. Yildirim di axaftina xwe de anî ziman ku: Eger mafek bidin kurdan, mafê bikaranîna zimanê zikmakî an jî di nav sîstema federal de statuyeke bidin kurdan, ez dixwazim ku hûn bibêjin "em ê bidin." Yildirim destnîşan kir ku heta Amerîka an jî Rûsya mafê kurdan didê bila ev iqtidar bide.

    Yildirim di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Vê ji bîr nekin ku dê û bavên YPGyiyan jî kurd in ya girîng ew ku dê û bavê û malbatên van kesana jî werin asta ku ji dewletê bawer bikin."

    Bi heman mijarî:

    Qedrî Yildirim: Beyanat beyanata min e
    ASA: Niyeta me nîne em bikevin navenda bajarê Efrînê
    ‘Pêşî dê ASA têkeve Efrînê'
    ASA: Leşkerên Amerîkayê di kêliyên dawî de ji êrişa me xilas bûn
    Etîketan:
    efrîn, hdp, ypg, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de