11:48 21 Hezîran 2018
Polîsê Îngîltereyê

Li bajarê Leicestera Îngîltereyê teqîn: 4 birîndar

© REUTERS / Ed Sykes Livepic
Polîtîka
Lînkê kurt
0 0 0

Li bajarê Leicester ê Îngîltereyê li cihekî bazirganî teqînek pêk hat, sedema teqînê nehat zanîn û li gor zanyariyên berdest di teqînê de 4 kes birîndar bûne.

Li gor daxuyaniya rêvebiriya ewlehî, wê li gor bûyerek mezin mijar were lêkolînkirin. Teqîn li herêmeke bazirganî ya navenda bajarê Leicesterê pêk hatiye. Polîsê Leicesterê ragihand ku lêkolîn derbarê bûyerê de dest pê kiriye.

Polîsê Liecesterê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihnad ku hemû tîmên hawarçûnê ji ber bûyerê di amadebaşiyê de ne û ketine tevgerê. Herwiha polîs cadeya Carlisle û rêya Hinckley ji bo çûnûhatinê girtine.

Ji aliyê din ve li gor agahiyên şahidên bûyerê yên medya civakî, di avahiyekê de teqîneke mezin pêk hatiye û di teqînê de 4 kes birîndar bûne.

Bi heman mijarî:

Pisporê rûsî: Amerîka û Îngîltere li Deryaya Reş amadehiya provokasyonan dikin
Îran: Me gengeşiya ku Amerîka, Îngîltere û Îsraîlê derxistibû têk bir
Îngîltere ji bo şopandina referandumê heyetekê dişîne Kurdistanê
Îngîltere: Îşkence dîsa vegeriya Tirkiyeyê
‘Ji bo yekbûna hêzên Pêşmerge Amerîka, Îngîltere û Almanya rol dilîzîn'
Etîketan:
Li Îngîltereyê teqîn, Îngîltere
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de