22:21 19 Nîsan 2018
    Dibistan

    Wezareta Perwerdehiyê ji bo mamostetiya kurdî 3 kontenjan veqetand

    © Foto : Gulnush Ergul
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hate ragihandin ku Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê (MEB) ji bo mamostetiya zazakî kontenjanek û ji bo mamostetiya kurmancî 2 Kontenjan, bi tevahî 3 kontenjan ji kurdî re veqetandin.

    Mamoste û xwendekar
    © Sputnik / Omer Faruk Baran
    Li gor agahiyên Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê (MEB) serlêdanên mamostetiyê yên 2018an de ji bo beşa kurmancî 2 kes û ji bo beşa zazakî bi tenê kesek hat veqetandin.

    Di serlêdanan de ji bo ziman û edebiyata tirkî 1772 kontenjan, ji bo erebî 117 kontenjan, ji bo ingilîzî 2220 kontenjan, ji bo almanî 98 kontenjan hatin terxankirin. Ji bo du zaravayên sereke li Tirkiyeyê kurmancî û zazâkî bi tenê 3 kontenjan hatin terxankirin.

    ​Hêjayî gotinê ye ku serîlêdanên mamostetiyê di navbera 2 û 8ê adarê de, ezmûnên devkî 14ê nîsanê û 8ê gulanê dê bêne kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Xwendekar û mamosteyên li Hewlêrê li dijî êrîşên Tirkiye yên li ser Efrînê derketin
    Mamosteyên olî li Helebceyê ji bo Efrînê peyamek da
    Midûriyeta Perwerdehiyê li Hatayê bo Efrînê li mamosteyên xwebexş ên tirk digere
    Mamosteyên kurdî li benda tayînê ne
    "Him kurdî qedexe dikin him jî dibêjin, em mamosteyên kurdî tayin dikin'
    NYyê mamosteyên Kurdistanê perwerde kirin
    Etîketan:
    kurmancî, zazakî, kurdî, mamosteyên kurdî, Mamostetî, Mamoste, Perwerde, MEB, Kurdistan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de