18:46 20 Gulan 2018
    Selahattin Demirtaş

    Demirtaş li ser îdayên ku ‘ji Ocalan talîmat stendiye' daxuyaniyek da

    © AFP 2018 / Ozan Köse
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 10

    Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ê ku girtî tê darizandin bi rêya parêzerên xwe diyar kir ku hin îfadeyên wî yên li ser Ocalan bi zanebûn tên berovajîkirin.

    Selahattin Demirtaş li ser îfadeyên wî yên ku di çapemeniyê de cih girtin û amajê pê dihat kirin ku ji ‘Ocalan talimat stendiye' axivî û got, "Birêz Ocalan tu wext ne bi min re ne bi partiya min re neketiye nava têkiliyekê ku talîmatan bide lê hikûmet hewil dide hin nirxandinên brêz Ocalan weke talîmat pêşkêş bike."

    Demirtaş bi rêya parêzerên xwe ev daxuyanî da:

    "Di doza ku li Enqereyê hat dîtin, di hin saziyên çapemeniyê de dibînim ku hin nirxandinên min hatine berovajî kirin. Ji bo ku mijar were fam kirin dûbare dikim;

    Birêz Ocalan tu wext ne bimin re ne bi partiya min re neketiye nava têkiliyekê ku talîmatan bide. Lê hikûmet hewil dide hin nirxandinên brêz Ocalan weke talimat pêşkêş dike. Hikûmet dixwaze pêvajoya Çareseriyê ya Imraliyê weke zext û alaveke şantajê bikar bîne. Ne Brêz Ocalan ne jî me serî netewand. Bi van daxuyaniyan armanca min ne ew e ku rojeveke spekulatîf çêkim, armanca min ew e ku bersiv bidime van îdiayan."

    Îfadeyên ku min di danişînê dan sedî sed rast in. Ji bo ku ne samîmiyeta hikûmetê di dema pêvajoya çareseriyê de were famkirin dixwazim ku ev bên zanîn

    Bi heman mijarî:

    Şahidê vêşartî ‘Mercek' yê doza Demirtaş nehate dîtin
    Demirtaş: Kes ne heyranê çavên reş û belek yên kurdan e
    Dozgeriyê xwest ku rewşa girtî ya Demirtaş dewam bike
    Demirtaş: KCD ji bo tundiyê rêxistineke alternatîf e
    Demirtaş: Ne niha ne jî piştre ji dadgeha we daxwaza berdana xwe nakim
    Demirtaş: Em bûn qurbaniyên pêvajoya çareseriyê
    Etîketan:
    berisv, îfade, îdia, Daxuyanî, HDP, Abudllah Ocalan, Selahattin Demirtaş
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de