21:45 25 Gulan 2018
Donald Trump

Çemezov: Trump, dibê ez dixwazim tekiliyên Amerîka û Rûsyayê baş bikim lê tu gavek navêje

© REUTERS / Jonathan Ernst
Polîtîka
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê şerîketa bêşesaziya parastinê ya Rûsyayê Sergey Çemezov, destnîşan kir ku Trump dibê “ez dixwazim têkilîyên Rûsya û Amerîkayê baştir bikim” lê tu tiştekê nake.

Serokê şerîketa Rostechê di axaftina xwe ya ji bo Washington Postê de Trump rexne kir. Anî ziman ku Trump dibê ezê têkiliyan baştir bikim lê qet wisa naxuyê. Mînak li lîsteya Kremlînê binhêrin, gelo ev rêbaz rêbaza "başkirinê" ye? Bawer nakim.

Sergey Çemezov di berdewamiya axaftina xwe de van îfadeyana bi kar anî: Di destpêka rêvebiriya Trump de em bi hêvî bûn ku wê gavên erênî bavêje lewra di pêvajoya hilbijartinê de li ser meseleya Rûsyayê Obama rexne kir û got ezê baştir bikim. Mixabin hê tiştekê nekiriye.

Çemezov destnîşan kir ku, Trump piştê ku hat ser wezifeyê dît ku ket nava mekanîzmayên cuda. Helbet ev tişt ji bo wî jî ne hêsan bû, emê di pêşerojê de bibînin ka wê çi bibe. Dibe ku di rojên pêş de Trump xwirttir bibe û di vê mijarê de gavên baştir bavêje.

Bi heman mijarî:

Rostech: Rûsya û Tirkiye ji bo pergala moşekên S-400î hevdîtinan dikin
Firokeya Erebistana Siûdî ket: 12 leşkeran jiyana xwe ji dest da
Rûsya: Li Lazkiye firokeya me nehate xistin
Rûsya: DAIŞê li Reqayê firokeya me nexistiye
Îbadî dest danî ser firokeya taybet a Nûrî Malîkî
Etîketan:
Sergey Çemezov, rusya, Amerika, Sergey Çemezov, amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de