01:13 21 Nîsan 2018
    Penaberên ji Efrînê

    Heyva Sor a Kurd Tirkiye "bi kirina komkujiyan" tawanbar kir û hûrgilî belav kirin

    © Sputnik / Waeel Hafian
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 0 0

    Heyva Sor a Kurd li Efrînê raporteke berfireh ji Sputnik kurdistanê re şand û Tirkiye bi "kirina 6 komkujiyan" tawanabar kir û ragihand ku "hejmara qurbanan roj bi roj zêde dibe".

    Heyva Sor a Kurd li Efrînê raporteke berfireh bi navê "hûrgiliyên komkujiyên ku ji aliyê êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê û hêzên wê yên hevalbend hatine kirin" weşand û tê de hûrgiliyên sivîlên hatine kuştin weşandin.

    Li gorî raportê, Tirkiyeyê ji 20ê meha borî ku wê rojê operasyona Tirkiyeyê dest pê kriibû û heta niha, "Tirkiyeyê şeş komkujî pêk anîne ku hinek qurbaniyên wê, ew aware ne ku ji herêmên erebî hatibûn".

    Di dawiya raportê de wiha tê gotin: "Di dawiya raportê de em teqez dikin ku hejmara şehîdan rojane zêde dibe ji ber ku rewşa birîndaran gelekî xeter e. Ev raport ji wan tevkujiyan pêk tê yên ku ji 20.01.2018an heta 31.01.2018an pêk tê."

    ROJA 20Ê RÊBENDANÊ

    Raport dibêje ku yekem bûyer di 20ê meha borî de qewimiye û wiha dibêje: "Êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê li dora saet 4ê piştî nîvrojê çend caran bajarê Efrînê li gundê Turnedayê kir armanc. Êrîş ziyan gihand can û avahiyên xelkê ku di dawiyê de tevkujiyeke kembax hat serê malbatekê ku ji Idibê hatibû Efrînê. Lê mixabin hemû endamên malbatê mirine."

    ROJA 21Ê RÊBENDANÊ

    Heyva Sor a Kurd diyar dike ku "di roja duyem de sê malbatên ku ew jî ji Idlib û Meeret el Numanê li gundê Cilbulê bi cih bûbûn û bi hev re dijiyan rastî tevkujiyekê hatine ku 11 kes ji wan hatine kuştin, 8 birîndar bûne û 5ên din jî wenda ne."

    ROJA 23Ê RÊBENDANÊ

    Li gorî agahiyên raportê, di vê rojê de "Artêşa Tirkiyeyê û komên pê re herêma Cindirêsê bi çekên giran bombebaran kirine ku ereb û kurd bi hev re dijîn û wiha dewam kir: "Êrîşên hewayî bêtir li ser gundê Hemamê bûn(hîn jî êrîş li wir hene). Bombeyên Yirkiye û çeteyên wê gelek ziyan di nav sivîlên reben de pêk anîn ku tevkujiyeke kembax rûda ku zarok, jin û pîr û kal di nav wan de bûn. Hejmara qurbaniyan gihişt 45 kesan ku 5 ji wan şehîd ketine û 41 birîndar bûne".

    Ji aliyê din ve, raport dibêje ku di heman rojê de navenda bijîşkiyê jî hatiye bombebarankirin û teqe li abmbulansa Heyva Sor a Kurd jî hat kirin.

    ROJA 26Ê RÊBENDANÊ

    Raport dibêje ku di vê rojê de hema hema hemû gund û herêmên Efrînê hatine bombebarankirin û "li herêma  Mebetê tevkujiyek kembax hat serê malbateke sivîl ku penaberên bajaorê Tel Kirahê ya bakurê Helebê bûn. Ew qurbanî 7 kes ji yek malbatekê bûn.

    Raport dibêje ku 5 endamên wê malbatê di êrîşan de mirine û tenê Sefa Taha Xeter a 9 salî sax ma ku birînên wê sivik in û wiha dewam dike: "Bijîşk teqez dikin ku rewşa wê ya derûnî gelekî xerab bûye, piştî hîn bûye ku tevahiya malbata wê miriye."

    ROJA 28Ê RÊBENDANÊ

    Li gundê Gubelayê yê herêma Şerwayê "malbata Kenoyî ya ji sê malbatan pêk tê û got ku "laş perçe bûbûn ku perçeyên laşê mirov û pezî ji hev nedihat nasîn."

    Raport dibêje ku 8 kes li wir hatine kuştin ku 7 zarok wan zarok û yek bebek bûn û 7ên din birîndar bûne.

    ROJA 31Ê RÊBENDANÊ

    Di berdewamiyê de raport dibêje ku li gundê Turnedayê dîsa êrîşek pêk hatiye û di encamê malbatek di jêrzemînê de hatiye bombebarankirin ku pitika wan a biçûk di wê êrîşê de hatiye kuştin.

    Hêjayî gotinê ye ku li gorî raportê, gelek qurbanî hene ku ji herêmên din ên Efrîn û Sûriyeyê aware bûne.

     

     

     

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    HSD: Balafirên Tirkiyeyê herêma Celberê bombebaran dikin
    Balafirên Tirkiyeyê dîsa Qendîl û Asos bombebaran kirin
    HSD: Me NHByeke Tirkiyeyê xist
    Balafirên şer ên Tirkiyeyê Bilbilê bombebaran dikin
    ‘Li Tirkiyeyê 572 parêzer hatine desteserkirin, ji wan 79 kes hatin girtin'
    Nadya Murad: Divê êrîşên Tirkiyeyê li ser Efrînê di cih de rawestin
    Etîketan:
    Cindirês, Efrîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de