06:26 21 Gulan 2018
    Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û serokwezîrê welêt  Ahmet Davutoglu

    Mijara civîna Erdogan û Davutoglu eşkere bû

    © AFP 2018 / Kayhan Özer
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 02

    Serokomar Recep Tayyip Erdogan roja duşemê bi serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu re hevdîtinek pêk anî bû. Li gor îdîayan Erdogan bi Davutoglu re mijara Abdullah Gul nirxandiye.

    Li gor nivîsa Abdulkadir Selviyê rojnameya Hurriyetê hevdîtina Erdogan û Davutoglu 3 seetan dewam kir û ji xeyrî siyaseta navxweyî di civînê de operasyona Efrînê jî hat axaftin.

    Abdulkadir Selvi di nivîsa xwe de got: "Serokomar Erdogan ji bo civîna grûba meclisê li milê rastê Davutoglu û li milê çepê Serokwezîr Binali Yildirim re kete nav asalonê. Beriya hatina grûba meclisê Erdogan û Davutoglu civîneke ku 3 seetan dewam kir pêk anîn."

    Selvi di berdewamiya nivîsa xwe de got: "Li gor agahiyên ku min bihîstine, di hevdîtina Erdogan;û Davutoglu de mijara Abdullah Gul a rexneyên KHKyê jî hat axaftin. Davutoglu di vê rewşa dijwar de helwesta xwe nîşan da û li kêleka Erdogan cih girt."

    Bi heman mijarî:

    Ji Davutoglu daxuyaniya Zarrab: Kê gendelî kiribe divê hisabê wê bide
    Çima Davutoglu tevlî civîna Erdogan a parlamenteran nebû?
    Wezîfeya serokwezîrê berê ya Ahmet Davutoglu diyar bû
    Fethullah Gulen: Gul û Davutoglu hatin serdana min
    ‘Erdogan: mudaxeleya derve hetanî cihekî, me hew dikarîbû bi Davutoglu re bimeşin'
    Etîketan:
    Serokomarê Tirkiyeyê, Ahmet Davutoglu, Recep Tayyip Erdogan, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de