03:15 23 Nîsan 2018
    Qubad Talebanî

    Talebanî 4 burokratên Kurdistanê ji kar dûr xistin

    © AP Photo / TGMWI Kurdistan Regional Government
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Silêmanî û Raperînê di pêgava destpêkê de 4 burokratên ku li herêmê dixebitîn ji kar dûr xistin.

    Heyder Ebadî
    © AFP 2018 / ALI AL-SAAD
    Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li bajarê Silêmanî û Îdareya Raperînê di pêgava destpêkê de 4 burokratên ku li herêmê dixebitîn ji kar dûr xistin.

    Berpirsê Ofîsa Çapemenî yê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî Semîr Hewramî di axaftina xwe de got: "Talebanî biryar da ku Berpirsê Îdareya Raperînê, Rêvebirê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê, Rêvebirê Giştî yê Gumriga Silêmaniyê û Rêvebirê Giştî yê Geştûguzariyê ji karên wan dûr bixe û hin kesên din li şûna wan tayîn bike."

    Semîr Hewramî di berdewamiya axaftina xwe de got: " Hîwa Qerenî bi wekalet li şûna Hemîd Ebdullah, bû Berpirsê Îdareya Raperînê, Dr. Sebah Hewramî li şûna Dr. Mîran Mihemed, bû Rêvebirê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê. Cemal Salih Qadir li şûna Hawjîn Salar, bû Rêvebirê Giştî yê Gumriga Silêmaniyê û Elî Tewfîq jî li şûna Yasîn Feqê Seîd, bû Rêvebirê Giştî yê Geştûguzariyê." Hewramî di axaftina xwe de sedema guherînê eşkere nekir.

    Bi heman mijarî:

    Talebanî nameyek ji Ebadî re şand
    Talebanî: Civîn hat paşxistin
    Talebanî: Biryarên Kerkûkê bi destwerdana Tirkiyeyê tên dayîn
    Bafel Talebanî: DAIŞ dê vegere Iraqê
    Talebanî: Divê acîl Heşda Şeibî ji bajêr were derxistin
    Etîketan:
    Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî, Silêmanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de