22:54 12 Kanûn 2017
Zindî
    İsrail Başbakanı Benyamin Netanyahu

    Netenyahû: Hîn gelek welat dê balyozxaneyên xwe bibin Qudsê

    © REUTERS/ Ronen Zvulun
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû got, "hîn gelek welat dê balyozxaneyên xwe veguhêzin Qudsê. Heta berî DYAyê ye jî".

    Netenyahû li Wezareta Derve ya Îsraîlê axivî û diyar kir ku piştî biryara DYAyê, 'gelek welat dê balyozxaneyên xwe veguhezin Qudsê."

    Serokwezîrê îsraîlê navê wan welatan neda lê got, "ew welat dê berî DYAyê balyozxaneya xwe veguhêzin."

    Herwiiha Netenyahûyî destnîşan kir ku "pêwendiyên Îsraîlê bi hinek dewletên din re jî heye ku dê wek Amerîkayê Qudsê wek paytexta Îsraîlê binasin".

    Hêjayî gotinê ye ku piştî DYAê, Çekyayê jî rojhilatê Qudsê wek paytextê Îsraîlê nasî.

     

    Bi heman mijarî:

    Piştî Amerîkayê 2 welatên din jî Quds wekî paytextê Îsraîlê nas kirin
    Welatekî Ewopayê jî Quds wekî paytextê Îsraîlê qebûl kir
    ‘Kerkûk Quds û dilê Kurdistanê ye û dê her wilo bimîne'
    Etîketan:
    Benjamîn Netanyahu, Çekya, DYA, Quds, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de