04:29 18 Kanûn 2017
Zindî
    Hêzên Taybet ên Parastinê li Kerkûkê

    Li Kerkûkê midûrê polîsan hat kuştin

    © AFP 2017/ MARWAN IBRAHIM
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Kerkûkê midûrê polîsan ê bi navê Samîr Ebdulnebî Cesam ji aliyê kesên nenas ve bi çekan hat kuştin.

    Jêderekî bi ewle ku nexwest navê xwe bide di axaftina xwe ya ajansa BasNewsê de got: "Li yaxa Feylak a bajarê Kerkûkê midûrê polîsan ê bi navê Samîr Ebdulnebî Cesam ku bi eslê xwe ereb bû di encama êrişeke çekdarî de ji aliyê hinek kesan ve hat kuştin.

    Li gorî şahidên bûyerê, êrişkar bi otomobîleke marqeya Opel Vectra ku rengê wê gewr bûn êriş pêk anîn.

    Piştî 16ê Cotmehê ku Kerkûk, Xurmatû û Xaneqîn ji aliyê hêzên iraqî û Heşda Şeibî ku Îran piştgiriya wan dike ve hat desteserkirin, her roj bûyerên kuştinî û revandina însanan pêk tê.

    Bi heman mijarî:

    Bexdayê ji bo beşdarbûna înşaata xeta petrolê ya Kerkûk û Ceyhanê şirketên rûsî vexwendin
    Hemwelatiyên Kerkûk û Duzxamurtûyê li pêş nûnertiya NY daxuyaniyek da
    Hikûmeta Kurdistanê ji bo mijara Kerkûk û Xurmatûyê dicive
    Parlamenterê Parlamentoya Iraqê: Li Kerkûk û Duzxumartû kurd bi şêweyekî hov tên kuştin
    YNKê ji bo Kerkûk û Xurmatûyê bangî Ebadî kir
    Etîketan:
    Midûrê polîsan li Kerkûkê hat kuştin, Samîr Ebdulnebî Cesam, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de