22:39 17 Kanûn 2017
Zindî
    Alîgirên Hîzbûlahê

    Hîzbûlah: Em vegera Herîrî erênî dinirxînin

    © AFP 2017/ STRINGER
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Baskê siyasî yê di Meclîsa Lubanê de yê Tevgera Hîzbûlahê ragihand ku ew piştî 17 rojan vegera Serokwezîrê Lubnanê Seed Herîrî ya ji Erebistana Siûdî ku îstîfaya xwe dabû erênî dinirxînin.

    Li gor nûçeya televizyona El Meyadîn ragihandiye baskê siyasî yê Hîzbûlahê di daxuyaniya ku aşkere kiriye de, destnîşan kirine ku ew vegera Seed Herîrî ya ji Siûdî û daxuyaniyên wî yên erênî, wekî sînyala îhtîmala vegera asayîbûnê dinirxînin.

    Herîrî piştî îstîfaya xwe ya di 4ê Mijdarê de bi 17 rojan vegeriyabû welatê xwe Lubnanê. Herîrî di îstîfaya xwe de dabû zanîn ku Hîzbûlah û Îran li Lubnanê îstîkrarê têk didin û herwiha li hember jiyana wî komployek tê kirin. Li ser van gotinan jî Serokomarê Lubnanê Mişel Aun û Hîzbûlahê bertekên tund nîşan dabûn.

    Serokê Hîzbûlahê HEsen Nasralah diyar kiribû ku Herîrî bi zora Erebistana Siûdî îstîfa kiriye, Aun jî ji ber ku Herîrî ne vegeriya Lubnanê gotibû ku ew wis ahesab dikin ku ji aliyê Siûdî ve hatiye desteser kirin.

    Herîrî jî çend caran gotibû ku wî îstîfaya xwe bi îradeya xwe daye. Herîrî berî ku vegerê Lubnanê bi Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Serokomarê Misrê Evdilfetah el Sîsî re hevdîtin pêkanîbûn.Herîrî doh jî bi serokomarê Lubnanê Mişel Aun re hevdîtinek kiribû. Herîrî pêşniyara Aun ku gotibû dev jî îstîfayê berde, bi hêviya ku bibe sedema dîyaloge cidî qebûl kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Herîrî vegeriya welatê xwe
    Herîrî li Fransayê ji aliyê Macron ve hat pêşwazîkirin
    Herîrî telefonî serokê Libnanê kir: Ez ê çarşemê vegerim
    Herîrî çû Fransayê
    Piştî îstîfaya Herîrî Wezîrê Derve yê Libnanê îro serdana Tirkiyeyê dike
    Macron, Herîrî vexwend Fransayê
    Etîketan:
    îstîkrar, hîzbûlah, Mişel Aun, Seed Herîrî, Lubnan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de