20:07 14 Kanûn 2017
Zindî
    Hevseroka HDPê Serpil kemalbay

    HDP: Em AKPê û pêngavên wê meşrû û rewa nabînin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 10

    Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ê Serpîl Kemalbay derheqê referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê û helwêsta Tirkiyê de ji Rûdawê re axivî û Tirkiye wekî "desthilateke ne rewa" bi nav kir.

    Kemalbay axaftina xwe weha berdewam kir: "AKP bi polîtikayên tundî û şer, bi gendelî û bi rêbazên ku di hilbijartinan de serî lê dide êdî bûye deshilateke nerewa. Ev derdora salekê ye, Tirkiye bi makeqanûn û qanûnan nayê birêvebirin. Qanûndaner û dadgeh ne bêalî ne. Lewma ev gavên ku deshilata AKP û serayê diavêjin ji niha ve Tirkiyê dixine nav serpêhatiyên nediyar. Em ne bi van gavan re ne. Jixwe em deshilata AKPê û pêngavên wê meşrû û rewa nabînin.

    EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN TEVGERÊN KURDÎ YÊN HER 4 PERÇEYAN

    Ji bo her çar parçeyan jî em piştgiriyê didin tevgerên Kurdî. Tenê bi çareseriyeke aştiyane, li her çar beşan jî gel dikarin di nav aştî û aramiyê de bi hev re yeksan û azad bijîn. Referandûm bijarde û biryara gel bi xwe ye. Divê tenê rêz li vê biryarê were girtin. Manor û tetbîqata leşkerî ya li ser sînor û bi birçîhêştinê gefên li dijî gelê Kurd pir şerm û fedî ne. Gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn hemû xwişk û bira ne. Aştî û siberojeke azad mafê gelên herêmê ye jî. Em ê di vî warî de têbikoşin. Herwiha têkoşîna me ya li dijî vê deshilatê jî dê berdewam bike."

    Bi heman mijarî:

    HDP: Kesên ku di heyata xwe de Kerkûk neditine vêga behsa wê dikin
    HDP beşdarî merasîma Parlamentoya Tirkiyeyê nebû
    Parlamentera HDP Leyla Bîrlîk hat binçavkirin
    HDP: Divê CHPê rêzê li referandûma Kurdistanê bigire
    HDP: Em li benda rakirina Rewşa Awarte nasekinin, em dertên qadan
    Baydemîr: HDP bê şert piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê dike
    Etîketan:
    AKP, HDP, Referandûm, Serpil Kemalbay, Tırkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de