08:21 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Hesen Rûhanî

    Piştî bertekan Rûhanî paşve gav avêt

    © REUTERS/ President.ir
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî piştî bertekên ku di kabîneya nû de qet jin tunene, 2 jin wek cîgirên xwe û yek jî wek şêwirmenda taybet tayîn kir.

    Hesen Rûhanî, Masume Ebtekara ku di bûyera krîza rehineyên Balyozxaneya Amerîkayê ya sala 1980î de wezîfeya berdevkiya fermî kiribû wekî Cîgira Serokomar a berpirsa karên jinan tayîn kir.

    Rûhanî Laya Joneydî jî wekî Cîgira Serokomar a ji karê hiqûqî berprisyar tayîn kir. Şanindoh Mowlawerdî jî bû şêwirmenda taybet a mafê însanan.

    Reformîstên îranî ji bo ku di kabîneya nû ya Hesen Rûhanî de qet jin tunebûn bertek nîşanda bûn.

    Bi heman mijarî:

    Li Îranê serdema duyemîn a Hesen Rûhanî dest pê kir
    Birayê Serokomarê Îranê Rûhanî hat girtin
    Xamaney û Rûhanî ji Ebadî xwestin, nehêle Iraq parçe bibe
    Serokê rûhanî yê Îranê Xamaney: Amerîkayê DAIŞê ava kir
    Rêberê olî yê Îranê Xemaney Hesen Rûhanî hişyar kir
    Etîketan:
    Serokomarê Îranê, Laya Joneydî, Masume Ebtekar, Hesen Rûhanî, Tehran, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de