14:43 19 Îlon 2017
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Rûsya: Grûbên sûriyeyî ji bo bombebaranê meşru bikin amadehiya êrişên kîmyewî dikin

    © Sputnik/ Sergey Pyatakov
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 36 0 0

    Berdevkê Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di axaftina xwe de ragihand ku grûbên sûriyeyî ji bo bombebarana Amerîkayê meşru bikin amadehiya êrişên kîmyewî dikin.

    Berdevkê Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di axaftina xwe ya civîna çapamenî ya heftane de got: "Di destê me de agahiyên ku grûbên sûriyeyî ji bo bombebarana Amerîkayê ya li hemberî hikûmeta Sûriyeyê meşru bikin amadehiya êrişên kîmyewî dikin hene. Amadehiyên provokatîf û plankirî têne kirin."

    Li gorî daxuyaniya Zaxarova, rêxistina terorîst a DAIŞê di çarçoveya vê planê de ji bo hilberîna çekên kîmyewî amûrên taybet û laboratuvar veguhestin Reqqa û Dêra Zorê. Îhtîmala ku van çalakiyên provokatîf li cihên ku hêzên hikûmetê lê nebin bikar bînin. Yek ji van cihan jî herêma Gutaya Rojhilat k udi bin kontrola muxalifan de ye."

    Zaxarova di dirêjiya axaftina xwe de got: "Îhtîmala heman provokasyonê ji terefê grûbên çekdar ku ji aliyê Erebîstana Siûdî, Urdin û Îsraîlê ve têne kontrolkirin li rojhilatê Sûriyeyê pêk were heye."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova di derbarê lêpirsîna kuştina Balyozê rûsî de axivî
    Moskowa bi keskesorê pêşwaziya Zaxarova kir
    Zaxarova ji bo nûçeyên ser Umranê Helebî bang li CNNê kir
    Zaxarova: Rûsya dê wekî Rojavayîyan nûçeyên derewîn çêneke
    Zaxarova navê ‘xiyarê herî baş’ da
    Zaxarova: Divê hemû çekên ku tên şandin ji Hikûmeta Sûriyeya meşrû re bên şandin
    Zaxarova: Qedexekirina Qomçika Azîz Georgiy antî-demokratîk e
    Etîketan:
    Grûbên çekdar ên sûriyeyî amadehiya provokasyonan dikin, Berdevkê Wezareta Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaxarova, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de